Li Girtîgeha Samsûnê zext li girtiyan tê kirin

Şemî 10 Sibat 2024 - 00:13

Diyar bû ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê zext û zordarî li berxwedêrên çalakiya greva birçîbûnê tê kirin û lêzimiyên wan ên bivênevê nayên bicihanîn.

Li girtîgehên Tirkiyê û Kurdistanê zext û zordariya li ser girtiyan didome. Li ser girtiyên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê li Girtîgeha Tîpa S a Kavakê ya Samsûnê zext û zordarî didomin.

Lalîhan Kurt, dayika girtiyê siyasî Seyfettîn Kurt diyar kir rêveberiya girtîgehê nahêle ku girtî lêzimiyên xwe yên bivenevê bi cih bînin. Yadê Lalîhan têkilî tecrîda li ser Ocalan got,’’Pêwîst e parêzer û malbata wî bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Ger malbata wî û parêzer wî bibînin ma wê çi bibe? Ji Xwedê bitirsin, ev çi zilm e? Divê ev tecrîd demildest bi dawî bibe." 

Şekir û ava fêkiyan nadin girtiyan

Kurtê diyar kir ku şekir û ava fêkiyan nadin girtiyên di greva birçîbûnê de û wiha got: “Dema girtî dipirsin, hincetek nayê gotin. Her wiha kurê min jî diyar kir ku zextên li girtîgehan dewam dikin. Kurê min diyar kir ku ew ê li hemberî zextan serî netewînin û li ber xwe bidin, banga hişyariya gel kir."

 Berxwedana zaroyên me rûmeta me ye

Dayik Kurtê da zanîn ku berxwedana li girtîgehan mezin dibe û got: "Em aştiyê dixwazin, ew dibêjin 'na'. Em wekheviyê dixwazin, ew dibêjin 'na'. Em dibêjin bila mirin raweste, ew dibêjin 'na'. Divê tenê em doza aştiyê nekin, divê dayikên leşkeran jî bikin. Zarokên xwe dişînin derveyî welêt. Çima zarokên xwe naşînin şer? Divê dayikên leşker vê bipirsin. Ev şer zêdetirî 40 sal in didome. Gelek kes mirin, lê dîsa jî dayikên leşkeran dibêjin 'bila welat sax be.' Divê êdî dayikên leşkeran jî banga aştiyê bikin. Em hemû dayik in û dilê me dişewite. Zarokên me rûmeta me ne. Berxwedana wan jî. Hezar silav li kurê min û hevalên wî yên ku di girtîgehê de paşve gav neavêtine û li ber xwe didin. Pêwîst e kurd vê berxwedanê bibînin û pêngaveke li gor wê bavêjin.

MA/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.