Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku 4 Kurd dijî zelalnekirina çarenûsa xwe, li girtîgehê Îlam dest bi greva birçîbûnê kirine.

Li gorî raporek Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê di 23’yê Tîrmehê de, 4 welatiyên Kurd yên xelkê bajarokê Serwale ya ser bi parêzgeha Îlamê, yên bi navê Mîrdad Qeyser Beg, Eyub Gerawend, Yunis Gerawend û Newîd Mehmud Nijad, li girtîgeha navenda Îlam dest bi greva birçîbûnê kirine.

Heman çavkaniyê ragihand ku welatiyên Kurd dijî nebûna çarenûsên xwe û nezelal nekirina dosyayan dest bi greva birçîbûnê kirine. 

NAVENDA NÛÇEYAN