Eskerên Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê di navbera Gundê Bilindbasan ê Bajarokê Bajirgê yê Geverê û Gundê Koranê yê Urmiyeyê de gulle li kolberan reşandin. Di êrişa eskeran de Kolber Misleh Kasimî (23) û Mislim Kasimî (22) birîndar bûn. Kolberên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê. Li nexweşxaneyê kolber Misleh Kasimî jiyana xwe ji dest da. Kolber Mislim Kasimî jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. 

MA/COLEMÊRG