• Dewletê ji bo tepisandina çalakiyan 45 hezar jenderme û polês xiste nava liv û tevgerê.

Li Fransayê, serhildana ku piştî kuştina ciwanekî 17 salî dest pê kir, dewam dike. Li gelek bajaran bûyer qewimîn. Şeva şemî qulibî yekşemê, hêzên dewletê herî kêm 719 kes kirin nezaretê. 

Li Fransayê di 27'ê Hezîranê de zarokekî Cezayîrî yê 17 salî Nahel M. bi hinceta ku pîvanên trafîkê binpê kiriye, ji aliyê polêsan ve hate qetilkirin û ev yek bû sedema xwepêşandanên şermezarkirinê û bûyerên şidetê. Cenazeyê Nahel M. roja Şemiyê li banliyoya Nanterre ya Parîsê bi merasîmekê hate veşartin.

Dewletê ji bo tepisandina çalakiyan 45 hezar jenderme û polês xiste nava liv û tevgerê.

Çalakiyên şeva pêncan bi giranî li bajarên Parîs, Marsîlya û Niceyê hatin lidarxistin.

Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir, eşkere kir, bi sedan kes li Parîsê hatien girtin; hejmara kesên li welêt hêzên dewletê ew kirine nezaretê 719 e. Hêzên dewletê şeva în qulibî şemiyê jî hezar û 311 kes, şeva beriya wê jî 875 kes kiribûn nezaretê.

Bûyerên şewitandinê tevahiya şevê dewam kirin. Şaredarê banliyoya L'Hay-les-Roses, Vincent Jeanburn ragihand ku bi wesayiteke şewitî êrişî mala wî hatiye kirin û zarok û hevjîna wî birîndar bûne.

Bûyer li kolana navdar a Parîsê, Champs-Elysees jî belav bûn. Bi dehan kes li derdora vê kolanê hatin destgîrkirin.

Li bajarê Brestê şaxeke şirketa çêkirina erebeyan Renaultê hate şewitandin. Li Rennesê xwepêşandêr û polêsan şer kirin. Li Marsîlyayê bi dehan kes ji aliyê polêsên tevgera taybet ve hatin destgîrkirin.

 

Bi sedan wesaît û maşîn şewitîn

Li gorî bîlançoya Wezareta Karên Hundir di şeva pêncemîn, 45 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn. Şevekê beriya wê 79 kes hatibûn birîndarkirin.

Li gorî daxuyaniyê li ser rêya cemaweriyê 871 bûyerên şewitandinê qewimîn, 577 wesayit û 74 avahî hatin şewitandin. Bi giştî êriş li ser 10 qereqolên polêsan, 10 leşkergeh û 6 nuqteyên polêsan ên şaredariyê hatin kirin.

 

Agir bi Swîre û Belçîkayê jî ket

Li gorî medyaya Swîsreyê, bûyerên mîna yên li Fransayê li navenda bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî qewimîn. Hate ragihandin ku bûyerên şidetê û talankirinê li navenda bajêr qewimîne. Li gorî 20 Minutesê, "Kesên ku sûd ji dîmenên serhildana Fransayê wergirtin, êvara şemiyê li Flonê (taxeke li navenda Lozanê) kom bûn, ji bo belavkirina barûtê ya li aliyê din ê sînor bang kirin."

Hate ragihandin ku bangawazî bi taybetî li ser medya dîjîtal ên Snapchat û Tîktokê hatiye belavkirin. Danê nîvrojî êrişî gelek firoşgehan hatiye kirin. Bûyerên bi heman rengî li paytexta Belçîkayê Brukselê jî dan der. 

PARÎS