• Di şeva şeşemîn de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergoyan hatin şewitandin.

Li Fransayê, bûyerên ku piştî bi destê polêsan kuştina ciwanê 17 salî Nahel, dest pê kirin, pêr bi şev jî dewam kir. Pêr bi şev hêzên dewletê 157 kes kirin nezaretê.

Di şeva şeşan de li tevahiya welêt 45 hezar jenderme û polîs hatin wezîfedarkirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir di nava şevê de 157 kes hatin binçavkirin. Li ser rêya cemaweriyê 352 caran agir hate dadan, 297 wesayit û 34 avahî hatin şewitandin. Li banliyoya Creteilê ya Parîsê, bi fîşekên hewayî êrişî avahiya dadgehê hate kirin.

Bi hinceta êrişên li ser dibistanan roja Duşemê li gelek bajaran dibistan wê girtî bimînin. Li gorî pênc şevên beriya niha di şeva şeşemîn de bûyerên gelekî mezin neqewimîn.

 

Gelek cih hatin şewitandin

Di şeva şeşemîn de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergoyan hatin şewitandin. Agir bi zêdeyî hezar avahiyan hate xistin. Li ser qereqolên polîsan û jendermeyan 250 êrîş hatin kirin. Zêdeyî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

 

Nijadperestî xurt dibe

Ji dema kuştina zarok û vir ve hejmara kesên hatin binçavkirin hate eşkerekirin. Hate ragihandin ku di nava şeş şevan de 3 hezar û 354 kes hatine binçavkirin.

Di vê navberê de rastgirê tund Jean Messîha ji bo polîsê ku zarok qetil kir, kampanya da destpêkirin û 800 hezar Euro kom kir. Hate ragihandin ku wê vî pereyî bidin malbata polêsê kujer. Gelek kesan ev helwesta rastgiran weke xelatkirina kuştina Ereban pênase kirin û nerazîbûn nîşan dan.

Rastgirên tund ev bûyer ji xwe re kirin firsend û hîn bêhtir xwe nîşan dan. Li Lyonê komek ji rastgirên tund li pêşiya şaredariyê li hev kom bûn û bi destwerdana polêsan hatin belavkirin. Koma nijadperest dirûşmên "Em li mala xwe ne", "Fransa ya Fransiyan e" qîriya.

NAVENDA NÛÇEYAN