Li Fransa destavêtin zêde bûye

Nûçeyên Jin

Çarşem 25 Çile 2023 - 00:13

Konseya Bilind a Wekheviya Jin û Mêr a Fransayê (HCEFH), di navbera 5 û 26’ê Cotmeha 2022’an de li gel 2500 kesên jor 15 salî, lêkolînek kir. Encamên lêkolînê jî kir rapor û wê vê raporê pêşkêşî serokomar Emmanuel Macron bike.

Li gorî lêkolîna ji aliyê Enstîtûya Viavoice ku ji bo HCEFH hatiye birêvebirin, li welêt cinsiyetperestî kêm nebûye, berovajî zêde bûye. Ji sedî 37’ê jinan rû bi rûyê destavêtinê bûne. Ango ji yek ji sêyê jinan, rû bi rûyê destavêtinê dibin. 

Tê destnîşan kirin ku li welat bûyerên cinsiyetperestî û destavêtinê ya di nava ciwanan de berbelav bûne.

 

Mêr şidetê rewa dibînin

Li gel van daneyan ji sedî 26’ê mêran nerazîbûn û tedbîrên li hemberî şideta cinsî zêde û nepixandî dibînin. Li gorî encamên lêkolînê, ji yekê çaran ê mêrên li Fransayê, wisa difikirin ku ji bo rêzdariyê şidet pêwîst e. Ji sedî 40’ê mêran jî wisa difikirin ku, divê jin bi zarokên xwe re mijûl bibin.

Ji sedî 82’ê nifûsa Fransayê dixwazin ku mijara cinsiyetê bibe yek ji mijarên herî sereke ya hukûmetê. Herwiha tê rexnekirin ku tekoşîna saziyên Fransayê yên di vê derbarê de gelekî kêm in.

 

2022’an 101 jin hatin qetlkirin

Rêxistinên jinan diyar kirin ku di sala 2022’an de 101 jin hatine qetlkirin. Li gorî saziyên fermî yên Fransayê li welat li gorî sala 2021’an şideta li dijî jinê, di sala 2022’an de ji sedî 20 zêde bûye. Jin herî zêde daxwaza parastinê ya li hemberî şideta zêde bûye, dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.