NAZIM DAŞTAN
MA/EYN ÎSA
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser bajarê Eyn Îsayê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) heta niha li ber xwe dide û hemû êrişên ku pêk hatine têk biriye. Hêzên rejîmê û Rûsyayê yên li herêmê jî li hemberî êrişan bêdeng in û tenê temaşe dikin.
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) bombardûmanê dikin û hêzên paramîlîter ên ku di bin navê SMO’yê de jî hewl didin di erdê re pêşde biçin. Cihên ku herî zêde êriş li hemberî wan pêk tên navenda Eyn Îsa, gundên girêdayî û rêya bejahî ya navneteweyî ne.
Gelên Herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li hemberî êrişan li navenda Eyn Îsayê kon vedan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji Reqqa, Minbic, Tebqa û Kobanê gelek kes tên serdana konên ku li cem baregeha Rûsyayê hatin vedan.
Komên çekdar ku ji bo êrişan ji TSK’ê piştgiriya keşfê digirin, hêzeke zêdetir sewqî Eyn Îsayê kirin. Van komên ku ji TSK’ê hê zêdetir piştgirî dixwazin, amadekariya êrişên nû dikin. Piştgiriya TSK’ê ya çekên giran, di eniyên mijara gotinê de dikevin ber çavan.
Rûsya bêdengî qebûl kiriye
Hevdîtinên Tirkiye û Rûsyayê yên li ser Eyn Îsa û herêmên din didomin. Li gel Peymana Soçiyê ku di 22’ê cotmeha 2019’an de hat îmzekirin jî Tirkiye, di hevdîtinan de dixwaze ku ji Eyn Îsayê heta Til Temirê li ser rêya navneteweyî ya M4’ê bi Rûsyayê re dewriyeyan bigere û xebatên parastinê yên QSD’ê yên li derdora Êyn Îsayê rawestin. QSD jî bi awayekî neyînî li her du daxwazan dinêre.
Hevdîtinên hê jî didomin û Rûsya û rejîma Sûriyeyê jî heta niha tenê êrişan temaşe dikin û tu reaksiyonê nîşanî êrişan nakin. Li gel ku bombeyên TSK davêje bi qasî 300-400 metreyî dûrî baregeha Rûsyayê dikevin jî Rûsya tenê êrişan temaşe dike. Rûsya, di hevdîtinên xwe yên bi QSD’ê re nîyeta xwe rast datîne holê û êrişên Tirkiye û komên girêdayî wê weke qert bi kar tîne.
Rûsya, di serî de Eyn Îsa dixwaze tevahiya herêmê bike bin kontrola rejîma Sûriyeyê û bi vê jî peyam dide ku heke ev pêk neyê dê êrişên Tirkiyeyê nerawestin. Rûsya, li şûna rola ku li herêmê girtiye ser xwe, Tirkiye û komên girêdayî wê sor dike. Di hevdîtinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de Rûsya bêdengmayîn qebûl kiriye.