Li Ewrûpa merasîmên bibîranîna şehîdan

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 30 Çile 2023 - 18:55

Li bajarên Fransa, Elmanya û Swîsreyê şehîdên tekoşîna azadiyê yên Kurdistanê bi merasîman hatin bibîranîn.

EVRY: Her 3 şehîdên ku li Parîsê hatin qetlkirin, li herêma Evry a Parîsê bi merasîmekê hatin bîranîn. Gelek jin tevlî merasîmê bûn û soza dilsoziya bi şehîdan re hat dayîn.

MANTES LA JOLIE: Tekoşer Gimgim ku li Cîlo şehîd bû, ji aliyê bi hezaran kesî ve li Salona D’Eponê hate bibîranîn. Malbata şehîd Tekoşer di bîranînê de axivîn û gotin; kurê wan şehîdê Kurdistanê ye ê ew pê şanaz in.

MARSÎLYA: Şehîd Botan Bêlatî, Şerzan Agirî, Zagros Yoldaş, Egîd Çiyager û gerîlayên bi wan re şehîd bûne, bi merasîmekê hatin bibîranîn. Malbatên Şehîd Zagros û Egîd Çiyare du rojan konê sersaxiyê danîn û piştre merasîmeke girseyî hat lidarxistin. Malbatan destnîşan kirin ku wê di her şert û mercî de xwedî li şehîdên xwe derbikevin û banga tevlêbûna Tevgera Azadiya Kurdistanê û mezinkirina şerê azadiyê, kirin.

BORDEAUX: Şehîdên Parîsê li bajarê Bordeaûxê jî hatin bibîranîn. Bîranîn li NCKD’ê ya Bordaûxê hat kirin û li du sînevîzyonên cuda hat temaşkirin. Di bibîranînê de gelek malbatên şehîdan axivîn û soz dan ku ew ê li mîrateya şehîdan bibin xwedî.

MONTPELLIER: Mûstafa Nesanir ku salên 1993-2020’î ji doza PKK’ê di girtîgehê de ma û ji ber şertên girtîgehê bi penceşêra pişikê ket û 30’ê Çileya 2022’yan şehîd bû, bi girseyî hat bibîranîn. Xwişka wî Fatma Nesanir bi kurtî axavtinek kir û got; “Tiştê dikeve ser milê me ew e ku em ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan têkoşînê geş bikin.“

DARMSTADT: Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil ku li Parîsê hatin qetilkirin û gerîlaya YJA Starê Goksu Avesta ku 4’ê Tîrmeha 2022’yan şehîd bû û fermandarên MLKP’yî Ahmet Şoreş û Firat Newal ku li Rojava şehîd bûn, li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê hatin bibîranîn. Di bibîranînê de banga tevlêbûna meşa mezin hat kirin ku wê 11’ê Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji bo protestokirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye kirin, bê lidarxistin.

ZURICH: Veysî Taş û Mehmet Akar ku li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir, li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bi merasîmekê hatin bibîranîn. Metîn Mîntaş li ser navê KOMAW’ê axivî û got; “Heval Bûbo Taş û Mehmet Akar bi çalakiyên xwe xwestin peyamekê bidin me. Ev çalakî rexne ne ku li me hatine kirin. Ev çalakî ji bo pêkanîna azadiya Rêbertiya me hatin lidarxistin. Divê em girêdayê bibîranînên şehîdên xwe bin û têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin û Rêbertî, gelê Kurd û Kurdistanê azad bikin.“ Bibîranîn bi berzkirina dirûşmeya “Şehîd namirin“ bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.