Li Elmanyayê Gestapoya dijkurd!

Nûçeyên Dîaspora

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:12

  • Şertên li ser Mustafa Çelîk ji bo tehliyekirinê tên ferzkirin, dikin ku mirov bibêje, li Elmanyayê Gestapoyek li dijî Kurdan êdî heye. Azadî e.V. jî pirsa ma siyaset û hiqûq çiqasî dikarin rûmeta mirov bişikînin, dike.  

Aktîvîstê Kurd Mustafa Çelîk, tenê ji ber karê xwe yê siyasî û fikrên xwe li Elmanyayê du caran hat mehkûmkirin. Ji ber doza dawî 2 sal û 7 mehan di hepsê de wê bimîne û 5’ê Tebaxê divê bê berdan ji ber ku ji 3 paran pareke cezayê xwe di hepsê de wê mabe. Niha li ser daxwaza dozgeriyê, bi agahiyên memûrên hepsê, Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê ji bo berdana wî şertên wiha eşkere kirin ku tenê zilm in. Bi van şertan mafên sereke û mafên insanî yên Mustafa Çelîk qismî tên betalkirin û gelekî tên sînordarkirin.

Sedem jî ew e ku nehiştiye heps îradeya wî bişikîne. 

Lazim bû piştî cezayê 2 sal û 7 mehan qediya, aktîvîstê Kurd Mustafa Çelîk 5’ê Tebaxê ji hepsa Bremenê bihata berdan.  

Lê Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê li ser daxwaza dozgeriyê şertên wiha danîn ser Mustafa Çelîk, berdana wî ji hepsê xirabtir e. Yanî mirov dibêje qey dozgerî jî, dadgeh jî difikirin, lazim bû Mustafa Çelîk ji cezayê ku hiqûqî mumkin e, bêhtir ceza bibe. 

Komeleya alîkariya malî ya hiqûqî Azadî e.V. dibêje, bi van şertan dixwazin bikin ku jiyan ji bo Mustafa Çelîk ê 47 salî ne mumkin be. 

Doza miletê Kurd lê qedexe kirin

Gava em berê xwe didin van şertan, em dibînin ku 5 salan jiyana Mustafa Çelîk vediguherînin jiyaneke weke li Kampên Komkirinê yên serdema Elmanyaya Nazî. Şertên ku li ser Mustafa Çelîk 5 salan tên ferzkirin ev in: 

- Nabe ku ew ji sînorên eyaleta Bremenê derkeve

- Nabe ku biçe serdana komeleyên Kurdan

- Nabe ku biçe xwepêşandan, civîn, çalakiyan yan jî wan organîze û qeyd bike, heger ew “elaqedarî PKK, KCDK-E yan jî rêxistinên ser biwan ve yan jî piştî wan damezrandî yan jî heger elaqedarî dozên miletê Kurd bin”

- Divê timî telefoneke destan a tim û daim dixebite, lê ne bi înternetê ve be, timî pê re hebe

- Divê kelepça elektronîk bi piyê wî ve be

- Divê destûrê bide ku “li mala wî tişta jê re Home-Unit tê gotin bê danîn” yanî kontrola navmalê ya sereqet

- Divê her du hefteyan carekê biçe qereqola polês a cihî

Ji bilî van rûtîna agahdarkirina cihê kar û cihê malê û çûn û qebûla vexwendinê rayedaran jî hene.  

Elmanya lê mikur hat ku fikr ceza dike

Dozgerî û rêveberiya hepsa Bremenê û biryara dadgehê piştrast dikin ku Mustafa Çelîk ji ber fikra xwe û aktîvîzma siyasî hatiye mehkûmkirin û ev şertên nû jî dewama wê cezakirinê ne. Lewma weke hincet dadgeh bi daxwaz û hincetên dozgerî û rayedarên hepsê lihevkirî, dibêbe, “Em nabînin ku ew ji helwêsta xwe ya siyasî vegeriyabe.” Tevî ku di hepsê de helwêsta wî “bêqisûr bû” yanî esas şertên tehliyekirinê pêk hatine, lê dewleta Elman bi rêya dadgeh û dozgerên xwe fikr û aktîvîzma siyasî ya Mustafa Çelîk ceza dike. Yanî mafên destûrî yên Mustafa Çelîk eşkere tên binpêkirin. 

Di nava hincetan de wekî din fikrên Mustafa Çelîk ên li ser neheqiya cezakirina wî jî hene: Ew qebûl nake ku çalakiyên wî yên siyasî yên heta niha “yên ji bo PKK’ê” sûc bin. 

 

Piştî vê jî tê gotin, “Muhtemel e ku ew piştî ku ji hepsê hat berdan dîsa ji bo PKK’ê bixebite.”

Hiqûq û siyaset heta bi ku dikarin biçin

Ew qaşo “kontrola hişk” a bi şertên li jor li ser Mustafa Çelîk ferz dikin ji bo tehliyekirina wî, da ku pêşiyê li “sûcê” siyasî û fikrî yên Mustafa Çelîk ên muhtemel bigirin.

Di îfadegirtina 4’ê Tîrmehê ya li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê de parêzerê Mustafa Çelîk, Heinz Schmitt ev ferzên “zilm” protesto kirin û xwest ew bên betalkirin. Li ser îtîraza parêzer hîna dadgehê biryara dawî nedaye.

Azadî e.V. li ser van ferz û şertan got, “Divê em bipirsin, siyaset û hiqûq heta bi ku biçin, û berjewendiyên siyasî di ser rûmeta mirovî re bi cih bikin. Ev hewdanên sûc in ji bo şikandina rûmeta Mustafa C., da ku nasnameya wî ya siyasî jê bistînin, hizra wî birûxînin, fikra wî jî dengê wî jî bêdeng bikin. Edî bes e!”

Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Hamburgê 1’ê Cotmeha 2020’an Mustafa Çelîk mehkûm kiribû. Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Celleyê jî bi heman hincetan sala 2016’an cezayê hepsê li Mustafa Çelîk birrîbû. Di herdu dozan de jî ti tohmeta sûcê şexsî li dijî Mustafa Çelîk nebû.  

HAMBURG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.