- Di 2021’ê de meaşê herî kêm, meaşê malnişînan û alîkariyên civakî û bacan li Elmanyayê diguherin. Pereyên zarokan 15 euroyan zêde dibe, lê baca erebeyan bêhtirî 100 euroyî zêde dibe.
Vê sala li pêşiya me, piştî sersalê li elmanyayê hin qanûn diguherin û hinekên nû lê dibin. Sala 2021´ê çi wê biguhere? Me guhertinên sereke ji we re berhev kirin:
Mûçeyekî zêdekirî ji bo malnişînan
Qanûna sereke ya malnişînan, sala 2021´ê wê temam bibe. Li gorî vê qanûnê, kesên gelekî kar kirine, lê ji ber mûçeyê hindik, hindik pere dane kasaye malnişînbûnê, wê bêhtir mûçe wergirin. Hejmara van qederê 1 milyon û 300 hezar e.
Kesên 35 salan kar kirine jî, wê dema wan a miqatebûna li zarokan jî weke dema wan a kar kirine bê hesibandin.
Ji bo kesên 33 salan kar kirine û malnişîn bûne jî wê li mûçe pere bên zêdekirin.
Pereyê zarokan
Bi sala nû re pereyê zarokan jî serê zarokê 15 euro zêde kirin. Herdu zarokên pêşî wê 219 euroyan, ya sisiyê 225 û çar û bêhtir jî serê zarokê 250 euro wê bên dayîn.
Wekî din malbatên bi zarok, wê salê ji 5 hezar û 46 euroyî bacê muaf bin.
Meaşê herî kêm
Meaşê herî kêm jî serê saetê 15 qirûş zêde kirin û ji 9 euro 35 qirûşan kir, 9 euro û nîv. Heta 2022´yan ev ê bibe 10 euro û 45 qirûş.
Baca radyo televizyonê ya bi navê GEZ hat zêdekirin û êdî serê malê divê li şûna 17 euro û nîvam 18 euro û 36 qirûş bên dayîn.
Milkfiroşî nîvî bi nivî
Ji 23´yê Kanûnê û pê ve (îro) gava milkfiroş milkekî bifiroşe, êdî tevahiya mesrefên milkfiroşiyê ne wê di sitûyê wî kesî de ye ku dikire. Êdî yê difiroşe û dikire nîvî bi nîvî wê xwe bidin ber barê mesrefan. Ev qanûn tenê ji bo xaniyên şexsî û dayreyên şexsî lê ye û ji bo erseyên avahîsazî û kargehan ne lê ye.
Sîgortayên sihetê
Berê gava kesekî xwe li cem şirketeke qanûnî sîgorte dikir ji bo mesrefên sihetê, neçar bû 18 mehan li cem wê şirketê be. Ev mecbûriyet sala 2021´ê radibe.
Alîkariyên Jobcenter (Hartz 4)
Pereyên alîkariya civakî ya bi navê Hartz 4 ji bo kesên bi tena serê xwe dimînin, li şûna 432 euroyan bû 446 euro. Kesên din ên li nav malbatekê jî berê 389 euro bû û wê 2021´ê bibe 401 euro.
Ji bo kesên temenê wan di bin 25 salan de û li cem dê û bavê xwe dimînin jî ev alîkarî wê 357 euro be.
Baca erebeyan zêde dibe
Baca erebeyên şexsî wê di 2021´ê de ji bo erebeyên bi benzînê dixebitin navînkî 130 euroyî zêde bibe, ji bo erebeyên bi mazotê jî 100 euroyî zêde bibe.
* Parêzer Bariş Yeşîl amade kir.