Li Elmanya tîmên Kurdan şikestin

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 12 Cotmeh 2021 - 01:21

AZAD AGIR / FRANKFURT

Ji tîmên Kurd ên di lîgên amator ên Elmanyayê de vê hefteyê FC Roj zora reqîbê xwe 5-3 bir. Li Swîsreyê FC Ferad di maça xwe de 6-1 bi ser ket, FC Jiyan Kurdistan jî li Fransayê 6-0 bi ser ket. 

Di lîga Division a Yekem a Swêdê de Dalkurd FF zora reqîbê xwe li deplasmanê 2-1 bir. Ew bûbû mêvanê tîma Tâby FK.

Li bajarê Swîsreyê Baselê, FC Ferad a di lîga 4’an koma 2’yê de zora reqîbê xwe SC Basel Nord 6-1 bir. FC Ferad bi 15 puwanan di rêza 5´an a lîga xwe de ye û hefteya bê wê FC Polizei Basel re maçê bike. 

Wekhev ma bi ser neket

Li bajarê Fînlandiyayê Helsînkiyê di maça dawî ya play offan de Finnkurd bi reqîbê xwe MPS Atletico Malmi re 3-3 wek hev ma. Jixwe piştî ku hefteya bihurî jî reqîbê wê zora wê biribû, şensê wê yê biserketina di play offan de nemabû. 

FC Jiyan Kurdistan a li bajarê Fransayê Rouenê tîma F. Boucle De Seine kir mêvan û 6-0 zora wê bir. Hefteya bê maça wê nîne, lê hefteya li dûv wê ew ê li deplasmanê maça xwe bi A Malunay re bike. FC Jiyan Kurdistan di lîga xwe de tevî ku maçeke wê kêm e bi 10 puwanan di rêza 3´yan de ye.

Li bajarê Elmanyayê Dortmund di Bezirkliga de FC Roj di maça xwe ya vê hefteyê de bi ser ket. Wê zora tîma TuS Stockum 5-3 bir. Menajerê tîmê Serhat Midyad piştî maçê got, “Îsal em dixwazin bibin şampiyon”.

Encama maçên tîmên Kurdab ên di lîgên amator ên li Elmanyayê de weke li jêr e:

Eintr. Wald-Michelbach 2 - 2 SC 1960 Hanau 

FC Türkiye I 11 - 0 Dersimspor I

TuS Stockum 3 - 5 FC Roj

ASV Hamburg 1. 3 - 0 FC Bingöl 12 1.

SV Newroz Hildesheim 1 - 2 VfR Germ. Ochtersum

TSG Leihgestern 3 - 1 Kurdischer FC Gl

Germ Ober Roden 2 - 0 SV Dersim Rüsselsheim 

Kandil Saarbrücken 2 - 0 SV Rockershausen

Med SV 4 - 0 İnter Türkspor Kiel III

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.