Li Êlihê Pêşangeha Pirtûkên Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 00:54

Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Batmanê îsal di navbera 16-20'ê mehê de li dar dikeve. Hemû agahî û kîteyên li ser weşanxaneyê me bi dest xistin. Hema hema hemû weşanxaneyên Kurdan beşdar dibin. Gelek nivîskarên Kurd jî dê mêvanên Batmanê bin.

Pêşangeha Pirtûkan a Batmanê ji aliyê Şaredariya Batmanê ve bi hevkariya Arî-Der, Egîtîm-Sena Batmanê tê li dar xistin. Di warê organîzekirina weşanxaneyan de jî YEWKURD'ê (Yekîtiya Weşangerên Kurd) rol girtiye ser milên xwe.

Ji hemû pêşangehên li bajarên Kurdan heta niha li dar ketine cudatir navê vê pêşangehê raste rast "Pêşangeha Pirtûkên Kurdî" ye. Loma jî nêzî 30 weşanxaneyên kurdan, hemam hema hemû li pêşangehê dê cih bigirin. Hevşaredarên Batmanê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik li ser pêşangehê gotin, “Ev pêşangeh ji bo jiyîn, pênasekirin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî gaveke girînge ku hatiye avêtin. Ziman û çanda me ev bi hezaran salan e ku li ser vê axê dijî û bi bername û çalakiyên bi vî rengî wê xurtir bibe. Ji ber ku em li Batmanê mazûvaniya pêşangeheke wisa hêja dikin gelekî kêfxweş in. Em tevahiya gelê xwe ji bo vedixwînin vê pêşangehê.”

Kîjan weşanxane beşdar dibin?
Di pêşangehê de wê sazî û weşanxaneyên ku bi kurdî pirtûkan çap dikin standê vekin. Li agahiyên me bi dest xistine weşanxaneyên (li gor rêza alfabetik) Aram, Aryen, Ava, Avesta, Azad, Belkî, Bêjin, Dara, Delal, Deng, Doz, J&J, Ma Music, Mezopotamya, Morî, Na, Nûbihar, Pall, Payîz, Peywend, Ronya, Sar, Sîdar, Sîtav, Vate, Wardoz, Weqfa Beşîkcî, Zîlan, Zîz wê li fûarê amade bin û standê vekin.

DÎYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.