Li Egeyê 5 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 30 Tebax 2023 - 00:40

Du keştiyên cuda yên koçberên ku dixwestin ji aliyê Tirkiyê ve xwe bigihînin giraveke Yewnanistanê binav bûn. Asayîşa Peravê ya Yewnanîstanê ragihand ku di encama binavbûna keştiyên koçberan de li Bakurê Rojhilatê Girava Mîdîllî 4 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dane û 18 kes jî hatine rizgarkirin.

Berdevkê Ewlehiya Peravên Yewnanistanê Nikos Alexiou da zanîn ku zarokek 8 salî û keçek 14 û 8 salî û pitikek keç din a 11 mehî hene. Nikos Alexiou îdia kir ku bûyer di nav avên axa Tirkiyeyê de qewimiye, lê Ewlehiya Peravê ya Tirkiyeyê operasyoneke rizgarkirinê organîze nekir. Ji ber vê yekê Nikos Aexiou diyar kir ku boteke dewriyeyê ya Yewnanistanê koçber rizgar kirine. Hat diyarkirin ku kesên ku di qezayê de birîndar bûn rakirin Bendera Mytilene ya Mîdîllî û ji wir jî sewqî nexweşxaneyeke herêmê hatin kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.