Li Ebexê kolber kuştin
Sêşem 4 Tebax 2020 - 16:12
- Li navçeya Ebexê ya Wanê eskerên Artêşa Tirk a dagirker li kolberan ango li kesên bazirganiya ser sînor dikin reşandin di encamê de kesek hat kuştin.
Li navçeya Ebexê ya Wanê eskerên Artêşa Tirk a dagirker li kolberan ango li kesên bazirganiya ser sînor dikin reşandin di encamê de kesek hat kuştin.
Li gundê Çillî yê girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê leşkeran gulle li kolberan reşandin. Di endama gullereşandinê Îbrahîm Baykara (46) ê bavê 6 zarokan ku bazirganiya sînor dikir, hat kuştin. Leşkerên dagirker bi saetan nehiştin malbat biçe cenazeyê xwe bigire. Pişt re cenazeyê Baykara ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Edlî ya Wanê. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê xwe girt û ji bo definkirinê bire gund.
MA/WAN