Li DYE 9 kes hatin kuştin

Nûçeyên Dîaspora

Yekşem 7 Gulan 2023 - 14:51

Li eyaleta Texasê ya DYE'yê, li navendeke bazarê êrişeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 9 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya rayedaran, li bajarê Allenê yê ku 40 kîlometreyan li bakurê Dallasê ye, li navendeke bazarê êrişeke çekdarî hatiye kirin.

Berpirsiyarê Arkujiyê yê Allenê Jonathan Boyd diyar kir ku li cihê bûyerê 7 cenaze hatine dîtin û 9 kes jî bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Boyd ragihand ku ji kesên birîndar 2 kes mirine. Hate ragihandin ku temenê qurbaniyan di navbera 5 û 61 salî de bûye. Polîsên deverê diyar kirin ku êrişkar hatiye kuştin.

Li gorî malpera "Violence Archive" îsal li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bêhtirî 195 komkujiyan hatine kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.