- Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê ji bo fêrkirina Kurdî kursa ziman dest pê kir.
Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê ji bo fêrkirina Kurdî kursa ziman dest pê kir.
Di bin sîwana Komeleya Navenda Çanda Kurdên li Dresdenê( Deutsche-Kurdische Kultur e.V) piştî tedbîrên şewba koronayê kêm bû, xebatên çand, huner û ziman hatin destpêkirin. Yek ji wan xebatan jî kursa zimanê dayikê ye.
Endamên lijneya Komeleyê piştî amadekariyan, biryar daye ku koma yekemîn ji bo zarokên di navbera 6-12 salî çêkin. Koma ku ji 12 zarokan pêk dihat doh bi heşt zarokan dest bi dersa ewil kir. Zarokên tevlî kûrsê bûn bi kêf û coş tevlî dersê bûn.
Koma duyemîn wê ji kesên temenê wan mezin pêk bê. Yên ku dixwazin tevlî kursan bibin dikarin ji vê adresê re serlêdanê bikin: Oschatzer str 28, 01127 Dresden.
DRESDEN