Li dora şehîdan bûne xelek

Sêşem 10 Îlon 2024 - 02:55

  • Li seranserî Ewrûpayê di şexsê fermandar Orhan Bîngol de, şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi merasîman hatin bibîranîn. Kurdan di merasîman de peyama şopandina rêya şehîdan dan û diyar kirin ku heta serketinê wê têkoşîna azadiyê were mezin kirin. 

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Orhan Bîngol (Alî Dînçer) ku 6'ê Hezîrana 2024'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû li avahiya Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê hate bîranîn. Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê bîranîn lidar xist. Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û li gel xizmên fermandar Orhan Bîngol gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di bîranînê de hate destnîşankirin ku Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê şehîd Orhan Bîngol di şexsê xwe de nîşan da ku sekna li dijî dagirkerî û xiyanetê divê çawa be.

Ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal li bîranînê axivî û got:"Li her bihosta Kurdistanê şopa xwe hişt. Ev şop şopa azadiyê ye, berxwedana li dijî teslîmiyetê ye, şopa xeta şoreşgerî ya li dijî pasîfîzmê ye." Ji Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan jî Serhat Hawar axivî û got, "Biyografiya jiyanê ya Fermandar Orhan Bîngol biyografiya xeta rêxistin, tevger, partiya xwe ye. Di vê biyografiyê de berxwedan heye, fedakarî heye, armancên azadiyê, bawerî, biryardarî û Kurdistaneke azad heye. Em ê Kurdistana azad teqez misoger bikin, dagirker wê têk biçin."

Herî dawî bi navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Meclîsa Gelê Kurd Alî Poyraz axivî û şehîd bi hurmet û bi minetdarî bi bîr anî.

Bîranîn bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" bi dawî bû. Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê şehîd Orhan Bîngol li Saint Avoldê a bajarê Fransayê jî bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. Di bîranînê de ku tim û tim dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn, bi navê mablatê xwişka wî ya mezin Zahîde axivî. Zahîde Dînçer got:"Birayê min zewicî bû, zarokekî wî hebû. Dest ji wan berda û ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava têkoşînê bû. Çawa ku Orhan 32 salan têkoşiya, ev banga têkoşînê li we ye. Ez bawer dikim ku hûn ê Kurdistanê rakin ser piyan û hêza me hîn xurt bikin." Siyasetmedar Îsmaîl Erzîncan jî destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya Kurd têkoşîneke mirovahiyê ye û heta serketinê jî wê dewam bike. Siyasetmedar Cûma Tak jî got:"Divê qiblegeha her kesî şoreş be û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a faşîst mêtinger divê em serî netewînin." Piştî axaftinan peyama Partiya Komunîst Moaîst hate xwendin û hate gotin:"Şehîd Orhan Bîngol şehîdê têkoşîna enternasyonal e." Li Villiers Le Belê ya paytext Parîsê jî ji bo endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Orhan Cîhat Bîngol, Serhat Jêhat, Devran Cûdî, Kemal Piling, Nûjiyan Amed û rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Gelek Kurd beşdarî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Villiers le Belê hat lidarxistin bûn. Axaftvanan destnîşan kirin ku şehîd hêza herî girîng a têkoşînê ne û ew ê rêya wan bişopînin. 

Têkoşîn xwedîderketin e

Meclîsa Jinan a Dest Dan û Meclîsa Kurdistaniyên Azad (Nav Berlîn) ji bo Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) a ku di şerê li djî çeteyên DAÎŞ’ê li Rojava bi giranî birîndar bû, ji bo dermankirinê hat Ewropayê û di 26'ê Tîrmeha 2020'an de şehîd bû çalakiya bîranînê li dar xistin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan Dayika Gozê axaftinek kir. Dayika Gozê di axaftina xwe de behsa jiyan û kesayeta şehîd Hêvî Gabar kir. Dayika Gozê diyar kir ku şehîd Hêvî ya bi qehremanî li ber xwe da her tim bi gelê xwe re bû û kêliyekê jî xwe ji têkoşînê dûr neket. Di daxuyaniya li ser navê Nav Berlînê hat kirin de ev tişt hatin gotin:"Heval Hêvî girîngiyeke mezin dida rêhevaltiyê. Yek ji taybetiyên wê yên herî xurt hişmendiya rêhevaltiyê bû û her tim kesayeteke APO’yî nîşan da.”

Piştre ji bo bîranîna Hêvî Gabar helbest hatin xwendin. Li Kantona Aarau ya Swîsreyê ji bo Xebat Cûdî, Zamanî Amanos, Serhed Jêhat û Yilmaz Dersim ên ku 17-18’ê Tebaxê de li qada Kêla Memê şehîd bûn, çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Li ser navê KOMAW’ê û Komîsyona Malbatên Şehîdan a Aarau axaftin hatin kirin. Li ser navê malbata Zamanî Amanos Mekiye Guzel jî axivî û diyar kir ku Zamanî ne şehîdê yekem ê malbatê ye û got:“Zamanî demekê di zindanên dewleta Tirk a dagirker de ma. Dema derket derve berê xwe da çiyayên azad. Xwe bi hişmendiya Kurdayetî û Kurdistanê mezin kir. Ti carî dest ji têkoşînê berneda.” Herî dawî di bîranînê de Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya CDK-S'ê Emrullah Bîngul jî got:“Berxwedana Rêber Apo ya Îmraliyê û berxwedana destanî ya gerîlayên azadiyê dewam dike. Li hemberî berxwedana wan divê em li qadên ku lê ne, têkoşînê berfireh bikin.Bi vî awayî em dikarin xwedî li şehîdan derkevin.” Piştî axaftinan sînevîzyona li ser şehîdên Kêla Memê hat pêşandan. Piştî bîranînê malbata Zamanî Amanos heta saetên êvarê sersaxî qebûl kir.

NAVNENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.