Li dijî zêhniyeta yekperest

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 8 Gulan 2023 - 00:05

MURAT AYDIN/NURNBERG

 

Li bajarê Elmanyayê Nürnbergê, di 10 rojan de ji 67 hezar hilbijêran, 23 hezaran dengê xwe daye. Yek ji wan Turan Karakaya yê ji Mereşê ye. Ew ji bo Erdogan dibêje, “Siyasetvan, rojnamevan, tevahiya derdorên civakî yên muxalifî xwe, bi awayekî neheq û nehiqûqî di hepsê de rehîn digire. Min raya xwe da Yeşil Sol Partiyê; li dijî zêhniyeta yek nijad, yek ziman, yek mezheb, li dijî dewleta bûye mafya, ji bo ku tevahiya girtiyên siyasî yên rehîn yên ku doza aştî, demokrasî û azadiyê dikin, min dengê xwe da Yeşil Sol Partiyê." Wî xwest kesên ku dengê xwe nedane heta sibe (9’ê Gulanê) saet 21:00’ê dengê xwe bidin.

Hêviya me heye

Halîl Başaran ê 50 salî yê Rihayê, dibêje, hêviya wî ji vê hilbijartinê heye û wiha dipeyive, “Bîst salan tenê zilm li milet kirin. Helwêsta wan a beramberî Kurdan, di erdhejê de tişta anîn serê xelkê, me dît. Me dît ka çawa aboriyê bi rê ve dibin.  Divê mirov êdî hestyar bin û dengê xwe bidin Yeşil Sol Partiyê.“

Sitki Yuce yê 50 salî û ji Mereşê jî dibêje, ji bo ku dîktatoriya AKP-MHP´ê bi dawî bibe wî dengê xwe daye Yeşil Sol Partiyê. Ew wiha peyivî: “Gelê Kurd û mirovên li Kurdistanê divê karibin bi nasnameya xwe ya neteweyî, bi zimanê xwe, baweriya xwe û çanda xwe azad bijîn. Desthilata zilmê ya vê desthilata faşîst a qedexeker divê êdî bi dawî bibe.” Wî jî bang li hilbijêran kir da ku beriya sibe saet 21:00’ê dengê xwe bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.