Li dijî xwezaya Botanê şer dikin

Pêncşem 12 Hezîran 2025 - 03:15

Texrîbata ekolojîk a bi destê cerdevanan û di bin çavdêriya leşkeran de li çiyayên Gabar û Cûdî yên Şirnexê û herêmên Besta, Qeşûran û Komatoyê hatiye destpêkirin, 5 sal in didome. Wekîlên DEM Partiyê yên Şirnexê Zekî Îrmez, Newroz Uysal û Ayşegul Dogan, ji bo lêkolînkirina texrîbata ekolojîk a li herêmê 18 caran pêşnûmepirs dan Meclisê û xwestin Wezareta Çandinî û Daristanan û Wezareta Karên Hundir bibersivînin. Di bersivên pir dem piştre hatine dayin de qirkirina daran a li herêmê di bin navê “Ciwankirina herêmê” de hate rewakirin. Du pêşnûmepirsên bi daxwaza lêkolînkirina texrîbata ekolojîk jî hatin redkirin. Wekîlê DEM Partiyê Zekî Îrmez, têkildarî mijarê diyar kir ku polîtîkayên taybet ên dewletê li dijî Herêma Botanê hene û got:“Salên dirêj e polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Li her devera Kurdistanê wiha dikin. Lê belê Herêma Botanê ji salên 90’î ve ye rûbirûyê polîtîkayeke qirkirinê ya qirêjî dibe. Bi AKP’ê re ji sala 2008'an ve ye li Botanê qirkirineke mezin heye. Li gorî daneyên TUÎK’ê; ji sala 2008’an heta sala 2021’ê ji sedî 8’ê daristana bajar hate tunekirin. Ev dar nehatin şewitandin, tevek hatin birrîn. Her çend Midûriyeta Daristanê ya bajar îdiaya ‘ciwankirina daristanê’ bike jî em baş dizanin ka ev bi destê kê tê kirin. Em dizanin ku dewlet bi zanebûn vê polîtîkayê li Botanê dimeşîne.” 

Projeya rûxandinê ya 2014’an 

Bi domdarî Îrmez anî ziman ku dewlet di çarçoveya plana “rûxandinê” ya sala 2014’an de vê texrîbata ekolojîk mezintir dike û got:“Dewletê di sala 2014’an de plana ‘rûxandinê’ danî pêşiya xwe. Sazî hedef girtin û xwestin tesfiye bikin. Binçavkirin û girtin çêbûn. Piştre jî polîtîkaya ‘qirkirina ekolojîk’ dan pêşiya xwe. Hêj jî li Besta, Cûdî, GAbar û Elkê dar tên birîn.” Îrmez daxuyand ku pêşnûmepirsên wan ên ji bo lêkolînkirina texrîbata ekolojîk bêbersiv hatine hiştin an jî hatine paşguhkirin û got:“Li dijî xwezaya Botanê şer dane destpêkirin.” 

Saziyên dewletê rantê jê dixwin 

Wekîl Îrmez, destnîşan kir ku saziyên dewletê ji texrîbata ekolojîk a li herêmê rantekî mezin dixwin û got:“Hem cerdevan hem jî leşker rantekî mezin ji vê qirkirinê dixwin. Leşker herêmê tespît dikin û saziyên têkildarî agahdar dikin. Sazî jî tespîta xwe dike û piştî bi keya û gundiyan da îmzekirin jî dest bi birîna daran dikin. Saziyên dewletê û hinek keya ji vê rantê dixwin. Ew ê têkoşîna me ya ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê bidome. Banga me ya ji bo rêxistinên ekolojiyê û parastvanên xwezayê ev e; dest bidin destê gelê Botanê û pêşiya vê qirkirinê bigirin. Ev xwezaya tê tunekirin ne tenê ya Şirnexiyan e, ya me tevan e. Yên vê qirkirinê dikin, dijminên xweza, jiyan û ekolojiyê ne. Divê vê dijminatiyê bi dawî bikin.” 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.