Li dijî tecrîdê îradeyeke xurt divê

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 02:30

Hevserokê Yekîtiya Parêzerên Ewropa ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Urko Aiartza derbarê tecrîda mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalanbersiva pirsên ANF’ê da.

Aiartza di destpêkê de li ser şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan tê de ye wiha got:’’Şert û mercên ku Birêz Abdullah Ocalan têde tê ragirtin, bi eşkere binpêkirina standartên mafên mirovan a navneteweyî ye. Parêzeran di 13 salan de (2011-2024) tenê 5 caran pê re hevdîtin kirine û ev yek di asta dawî de fikar dide mirov. Quralên Nelson Mandela ya NY’ê girîngiya peywendiyê ya di navbera girtî û nûnerên wan ên qanûnî de destnîşan dike; ev, ji bo muameleya adilane û pêkanîna parastinê, hêmanekî esas e. Her wiha demek dirêje di bin tecrîdê de ye, bi malbata xwe re hevdîtinê nake û qasî 43 mehan ti îspateke şênber nîne ku rewşa wî baş e. Ev yek li gorî hiqûqa navneteweyî tê wateya muameleya êşkence yan jî zalimane, dermirovî û biçûkxistinê. Bi taybetî dema ku girîngiya siyasî ya Ocalan û helwesta dîrokî ya dewleta Tirk a li hemberî girtiyên siyasî tê berçavgirtin, fikar dide. 

Mekanîzmayên pêkanînê nînin

Urko Aiartza derbarê helwesta saziyên navneteweyî û pîvanên Mandela de jî wiha got:’’CPT’ê berê serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê kiriye û rapor amade kirine ku qebûl dikin şert û merc bi pirsgirêk in. Lê belê ji ber ku di rewşê de guhertinek çênebûye, ev yek dide fikirandin ku van rêxistinan li ser rayedarên Tirk zext ferz nekirine. Hîn zêdetir, bêdengiya saziyên navneteweyî yan jî nerazîbûna wan a netêrker têkildarî parastina mafên girtiyên siyasî û tevgerîna li gorî standartên mafên mirovan, dikare weke neserketinekê bê şîrovekirin.

Pîvanên Nelson Mandela weke standartek têkildarî muameleya li hemberî girtiyan hatiye qebûlkirin û bidestxistina mafê tibî, nûneriya qanûnî û qedexebûna tecrîda demdirêj û êşkenceyê jî di nav de, girîngiya muameleya mirovî destnîşan dike. Eşkere ye ku di rewşa Abdullah Ocalan de ev pîvan nayên pêkanîn. Pîvan bi xwe, ji bo muameleya li hemberî girtiyan têkildarî diyarkirina standartên asgarî têrker e; lê belê pirsgirêk ew e ku ji bo girtiyên siyasî yên mîna Ocalan kêmahiya mekanîzmayên pêkanînê yên xurt û kêmahiya îradeya siyasî ya ku van pêk bîne, heye. Rêxistinên navneteweyî divê kapasîteya xwe ya ji bo van pîvanan bi rengekî bibandor pêk bînin, xurt bikin.

ANF/MUHAMMED KAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.