Li dijî sîlehên kîmyewî zanîngeh dagirkirin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 7 Kanûn 2022 - 04:34

Aktîvîstên avhewayê yên koma “End Fossil: Occupy!” tevî Xwendekarên ji koma StudentsDefendKurdistanê li kampusa sereke ya Zanîngeha Gothe ya Frankfurtê amfiya yekê ya zanîngehê dagir kir. Ew dixwazin dawî li bikaranîna sîlehên kîmyewî li dijî gerîlayên Kurdistanê bê anîn. 

End Fossil: Occupy! tevgereke xwendekaran e ku li qederê 50 zanîngehên Elmanyayê bi rêxistin bûye. Ew esas ji bo bidawîkirina bikaranîna enerjiya fosîl çalakiyan dike. Bi vê çalakiya tevî StudentsDefendKurdistanê ew van daxwazên li jêr jî dikin:

- Başkirina rewşa xwendekarên ji derveyî Elmanyayê û xwendekarên penaber.   

- Bidawîkirina hevkariya bi wan zanîngehan re ku destekê didin şer û xwepêşandanan krîmînalîze dikin. Hevkariya bi Zanîngehên li Rojava re û bi xwendekarên li Îranê Tirkiyeyê re.

StudentsDefendKurdistan ku yekîtiyeke bi înîsiyatîfa YXK/JXK´ê li Frankfurtê hatiye damezirandin, jî di dagirkirina amfiyê de cihê xwe girt. Ew jî balê dibin şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdistanê. Ew hevkariya bi dewleta Tirk re jî rûreş dikin. 

Di çarçoveya çalakiyê de doh StudentsDefendKurdistan li ser rewşa Kurdistanê xwendekar agahdarkirin û îro jî saet 16:30´î Make Rojava Green Again wê semînerekê bide.

 

Li Berlîn û Stuttgartê jî çalakî hebûn 

Ciwanên Kurd û înternasyonalîst ji bo balê bibin ser berpirsyariya hikûmeta Elmanyayê ya di şerê dewleta Tirk ê ji bo qirkirina Kurdan, ji bo teşhîrkirina vê piştevaniyê, civîna SPD'ê ya li Stûttgartê asteng kirin.

Ciwanan pankarta li ser nivîsandî "Êrişên kîmyewî yên li ser gelê Kurd rawestînin" û bi dowîzan bal birin ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan jî hilgirtin. Ciwanan got, "Em hevkariya SPD'ê û Tirkiyeyê qebûl nakin. Hûn rûyê xwe yê rast nîşan didin. Destê we jî tevlî xwînê bûye."

Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, ciwanên Kurd li Berlînê çalakî li dar xist û bal bire li ser tecrîda girankirî.

Ciwanan di çalakiyê de bal bire ser tecrîdkirina mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan. Ciwanan durûtiya CTP’ê red kir. 

FRANKFURT/STUTTGART

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.