Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, Jinên Êzîdî û yên Ereb li baxçeyê Mam Zekî Şengalî kom bûn û li ser xurtkirina yekîtiya jinan li dijî şidetê nîqaş kirin.
Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) li Baxçeyê Mam Zekî Şengalî yê li Deriyê Şilo li Çiyayê Şengalê, têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, civînek hat lidarxsitin.
Li ser navê fermandariya Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Axîn Entîqam got, “Îro demek pirr girîng e ji bo me, ev kombûna ku divê dema hesas de me li dar xistiye, bersiveke herî mezin e ji bo dijminê me. Ji bo ku em rê nedin careke din jin rastî vê zehmetiyê werin, pêwîst e em yekîtiya xwe xurt bikin.”
Fermandara YJŞ’ê Axîn Entîqam herî dawî got, "Niha li dijî Şengalê pîlan û êrişên qirêj hene, bi yekîtiya xwe em dikarin van êrişan pûç bikin û Şengaleke azad ava bikin ku jin hemû tê de bi azadî bijîn."
Ev cara yekê bû ku li Şengalê jinên ji pêkhateyên Êzîdî û Ereb bi hev re li ser şideta li dijî jinê tên cem hev û li ser yekîtiya xwe diaxivin.
ROJNEWS/ŞENGAL