Li dijî qirqirinê çandê biparêzin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Çile 2023 - 00:41

Di encama êrişa çekdarî ya di 23'ê Kanûna 2022'an de li paytexta Fransa Parîsê li dijî Navenda Çand Kurd a Ahmet Kaya de Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî komkujiya duyemîn a li Parîsê endam û rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwêstên xwe anîn ziman.

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê, Guneh Mustafa komkujiya duyemîn a li Parîsê bi bîr xist û got, "Em komkujiya li Parîsê şermezar dikin. Dijmin her dem dixwaze çanda civaka Kurd tine bike. Hedefgirtina Navenda Çanda Kurd a Parîsê jî mînaka vê yekê ye. Bi çandê civak tê nasîn, lewre her dem dibe armanca dagirkeran. Hunermendên me hedef tên girtin û naxwazin çanda Kurd li cîhanê bê belavkirin. Divê ku em hunermendên jin destên xwe bidin hev û li dijî faşîzmê çand û hebûna xwe li seranserê cîhanê belav bikin. Em ê çanda xwe di nav civakê de zindî bihêlin û fêrî nişfên nû bikin. Em ê şopdarên pakrewanên xwe bin û li hemberî dagirkeriyê hunerê xwe bi pêş bixin."

 

Dengê stranên Kurdî li cîhanê bilind bikin

Endama Tevgera Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê Viyan Xelîl jî êrişa li dijî Navenda Çanda Kurd a li Parîsê şermezar kir û got, "Em van êrişên bi vî rengî şermezar dikin. Em ê li hemberî qirkirina çandî xwedî helwêst bin û rê nedin ku dijmin xeyalên xwe pêk bîne û çanda me ji holê bide rakirin. Em ê wek hunermendên jin ên ciwan ku cih di nava xebatên çandê de digrin, li dijî vê qirkirinê xwedî helwêst bin. Bi riya stran û hunerê xwe, em ê her dem çanda xwe zindî bihêlin û dengê stranên Kurdî li cîhanê bilind bikin."

JÎNHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.