Li dijî PDK´ê çû ber Neteweyên Yekbûyî

Çarşem 24 Mijdar 2021 - 23:32

  • Malbata Kaçar a ku PDK’ê ew derxistibû derveyî Hewlêrê, li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê dest bi çalakiyê kir. 

Malbata Kaçar a ku PDK’ê ew derxistibû derveyî Hewlêrê, li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Hewlêrê dest bi çalakiyê kir. 

Hasan Kaçar û malbata wî ya ku asayîşa PDK’ê ew derxistibûn derveyî sînorê Hewlêrê, li pêşiya Ofîsa NY´ê ya Silêmaniyê li mafê xwe digere.

Asayîşa PDK’ê pêr bi hinceta danê mafê bicihbûnê bang li Hasan Kaçar û malbata wî kiribû. Lê asayîşa PDK’ê bêyî ku destûrê bide ew rahêle kincên zarokê xwe, ew derxistibûn derveyî sînorê Hewlêrê.

Hasan Kaçar pêr heta derengiya şevê li ser sînorê Hewlêr û Silêmaniyê mabû û piştre neçar mabû biçe Silêmaniyê.

Hasan Kaçar vê sibehê tevî malbata xwe li pêşiya Nûnertiya NY´ê ya li Silêmaniyê daxuyanî da û got, divê NY berpirsyariya xwe bi cih bîne û nerazîbûnê nîşanî vê neheqiyê bide.

Malbata Kaçar dixwaze di bin misogeriya NY´ê de vegere Hewlêrê.

ANF/HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.