Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, êrişên nîjadperest ên li dijî Kurdan şermezar kirin û got, êrişên li dijî Kurdan berhema zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê ne.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, di daxuyaniya nivîskî de got, êrişên nîjadperest ên li dijî Kurdan zêde dibin, di demên dawîn de li Konya, Enqere û Afyonê pêk hatine û wiha dewam kir: "Ev êrişên nîjadperestî û cihêkariyê, sûcên nefretê û êrişên li dijî nasnameya Kurd in."
ÎHD'ê bi bîr xist ku berê jî êrişên bi heman rengî li dijî Kurd pêk hatibûn û got, derbarê van êrişan de biryarên neşopandina edlî hatine dayîn: "Gotin û tevgerên cihêkar ne bi tena serê xwe ne, û di mînakên dawîn de jî em dibînin ku êrişên li dijî mafê jiyanê pêk tên. Divê bê diyarkirin ku ev êriş berhema zimanê cihêkar in. Divê zimanê cihêkar û polîtîkayên bêcezahiştinê bi dawî bibin."
Di dawiya daxuyaniya xwe de ÎHD'ê serxweşî ji malbata Hakîm Dal re xwest. Li konyayê faşîstên Tirk ew qetil kiribûn.
Cenazeyê Dal hat veşartin
Cenazeyê Hakîm Dal ê ku li navçeya Meramê ya Konayayê, komeke nîjadperestên Tirk ew qetil kiribû, hat veşartin.
Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê, nijadperestên Tirk - qederê 60 faşîstên Tirk -pêr êrişî malbata Kurd a amedî kiribû û ji malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû. Malbatê cenazeyê Dal piştî karê otopsiyê, ji Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê wergirt û li Goristana Tatlicakê veşart. Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî û gelek HDP’yî jî tevlî merasîma cenaze bûn.
AMED