Li dijî êrişan yekîtî

Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand —

Pêncşem 2 Tîrmeh 2020 - 13:01

Rojane bi bûyer û rewşên nû em careke din dibînin dewleta Tirk pêşengiya dijminatiya Kurdan dike. Di demên cuda de dijminahiya Iraq, Îran û Sûrî ya ji bo Kurdan xwe daye pêş û bûye rojev. Dîsa van dewletan esas dijminatiya Kurdên di nava sînorên xwe yên siyasî de kirine. Bêguman di mijara dijminahiya Kurdan de jî gihane hev û bi hev re tevgeriyane. Lê ji wan ti dewletê bi qasî dewleta Tirk dijminatiya Kurdan ewqasî derbasî derveyî sînorên xwe nekiriye. Dewleta Tirk bi awayekî nedîtî dijminahiya Kurdan biriye derveyî sînorên xwe. Wekî ku têrê nake pêşengiya dijminatiya Kurdan dike, vêca zorê dide dewletên din jî ku zêdetir dijminahiya Kurdan bikin. Ji ber vê sebebê ne tenê gelê Bakurê Kurdistanê, gelê Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî pir baş fêhm kirine ku dewleta Tirk pêşengiya dijminahîya Kurdan dike. Ji ber vê jî Kurdên li çar beşên welat û her devera cîhanê li dijî dewleta Tirk nerazîbûn nîşan didin.
Êdî dewleta Tirk a qirker êriş û destwerdanan li çar beşên Kurdistanê pêk tîne. Herî dawî gef li Silêmaniyê xwar. Eşkere ye ku xelkê Silêmaniyê kir armanca êrişan. Ji bo êrişên xwe rewa nîşan bide û ser bigire jî daxuyakirin ku PKK li wir bi bandor bûye. Dijiminatiya li dijî Silêmaniyê li dijî karakterê xelkê Silêmaniyê ye. Silêmaniye navenda afirandina wêje, huner, raman û çanda Kurdî ye. Di vê çarçoveyê de rûyekî Silêmaniyê yê ronak heye. Welatperweriya ku di vê çarçoveyê de pêş dikeve, di mijara yekîtiya neteweyî de jî hişyar dike. Di fikra azad û sekna demokratîk de hişyarbûnek heye. Dewleta Tirk vî karakterê Silêmaniyê li pêşberî polîtîka û stratejiya xwe ya qirkirinê bi tahlûke û xeter dibîne. Herî zêde jî ji bilindbûna hestên yekîtiya neteweyî ya xelkê Silêmaniyê bi hêrs e.
Nimûne em li gotinên rayedarên dewleta Tirk binêrin; wezîrê karê derve M. Çavoşoglu û Dewlet Bahçelî yê dijminê Kurd ê sondxwarî yekbûna Kurdan wekî dijderketina polîtîkayên qirkirinê dibînin. Jixwe dewleta Tirk ev sed sale êrişî her hewldan û tevgera yekîtiya Kurd kiriye. Ji ber yekbûna Kurdan tê wateya mirina polîtîkaya qirkirinê ya dewleta Tirk êriş dike. Ji ber vê jî daxwaza xelkê Silêmaniyê ya yekbûna bi gelê Bakur, Rojava û Rojhilat re, ev helwesta gel ya yekîtiyê li partî û hêzên siyasî ferz dike, kiriye armanc. Kurtûkurmancî êrişa li dijî Silêmaniyê bi temamî êrişa li dijî yekbûna Kurdan û peywendiyên navxweyî yên baş in.
Bi êrişa li ser Silêmaniyê di serî de YNK û PDK dewleta Tirk gef li hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kudistanê xwar. Êrişên şikandina vîna gel ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne, derbasî başûrê Kurdistanê jî kiriye. Bê şik û guman gelê Kurd li Bakur, Rojava û Başûr li dijî van êrişên bi armanca şikandina vînê li ber xwe dide. Lê eşkere ye, armanca êrişan şikandina vîn û îradeyê ye. Ku vê bi ser bixe, wê demê dê ti hêzek ku li hemberî vê dewletê li ber xwe dide nemîne, wê demê dê polîtîkayên qirkirinê li her derê pêk bîne.
Piştî gefa li dijî Silêmaniyê seyrangeha li Kunemasî ya Şarbajar bombe kir. Hem jî di demeke wisa de ku gelek sivîl li herêmê bûn. Maşîna li ber dukanekê li seyrangehê bombe kirin. Li gorî encaman, sivîlek û endamekî PJAK’ê şehîd bûn, 7 sivîl jî birîndar bûn. Bi taybetî bi êrişên demên dawî re tê fêmkirin ku dewleta Tirk hêzên Rojhilatê Kurdistan yên şoreşger û demokrat jî xistiye armanca êrişan. Jixwe digot ji bo me PKK çi be PYD jî ew e, niha jî dibêje ji bo me PKK çi be PJAK jî ew e. Esas bi van êrişan dixwazin îradeya gelê Başûr û hêzên siyasî bişkînin.
NATO, Emerîka û yekîtiya Ewrupayê jî şirîkên sûc yên van êrişên Tirkiyê ne. Dewleta Tirk van peywendî û tifaqa li gel van hêzan, di serî de gelê Kurd li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Tirkiye peywendiya li gel NATO, Emerîka û Ewrupayê li dijî Ereban jî bi kar tîne. Di bin navê hêza mutefîk de Emerîka, NATO û Ewrupayê her cure çek dan Tirkiyê. Kurd bi çekên Emerîka, Ewrûpa û NATO tên kuştin. Balafirên şer hemû Emerîkayê çêkirine. Ev balafir di heman demê de weke çek û hêza NATO tên dîtin. Perçeyên herî hessas yên balafirên bê mirov jî, piranî ji welatên endamên NATO tên girtin. Her çiqas hinek amûrên Optîk ji welatên Rojhilatê Dûr digirin jî, yên herî baş ji Kanadayê digirin.
Eger Kurd hemû gef û tehdîdên dewleta Tirk ciddî negirin, dê paşerojê peşîman bin. Herî zêde jî PDK a peywendîdar dê peşîman be. Jixwe niha ew derdorên dijminên Kurdan, hewl didin rayedarên PDK bi lîdertiya eşîrê biçûk bixin. Dibêjin ma ew kî ne, ku dikarin yek gotinê ji dewleta me re bêjin. Heke PDK van gotinan nabihîze û nabîne di nava xefletek mezin de ye. Li hemberî gef û tehdîda Tirkan de yekane rêya ewle ya Kurdan yekîtî ye. Hêzên siyasî yên îro ji ber berjewendiyên xwe li gel Başûr didin û distînin, ew hêzên ku tê gotin li pişta Başûr in, sibe ne diyare ka dê çi bikin û çawa tevbigerin. Lê belê yekîtiya Kurdan di her şertî de, di her konjonkturê de garantiya sereke ye. Jixwe dewleta Tirk jî wisa difikire û dibêje ku Kurd nebin yek ez ê îro vê derê, sibe wê derê çareser bikim.
Di encamê de dewleta Tirk li kî derê êriş dike, divê Kurd helwesta hevbeş nîşan bidin. Ji ber ku dewleta Tirk êrişî Kurdan hemûyan dike. Heke bi vê têgehiştinê tevnegerin, Kurd wê perçe perçe bibin êm ber dijminan. Bi wê hêviyê ku ev dijminatiya dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd bi hemû aliyên xwe ve, ji alî hemû hêzên Kurd ve were dîtin, dîsa bi wê hêviyê ku yekîtî û hevkariya di nava Kurdan de bihêztir bibe….

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.