• Tifaqa Hilbijartinê ya Ked û Azadiyê li Ewrûpayê ji bo ku Partiya Çep a Kesk bi ser bixe, seferber bûye. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç got, ew ê ji bo ku hilbijêran bibin ser sindoqan seferber bibin. 

ERKAN GÜLBAHÇE

Ji bo ku hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê biçin ser sindoqan hefteyek ma. Ji ber wê jî xebatên ji bo serketina Partiya Çep a Kesk jî zêde bûn. Li aliyekî muşahid tên diyarkirin, li aliyê din jî amadekarî tên kirin ji bo ku hilbijêr biçin ser sindoqan. Vekirina buroyên hilbijartinê jî dewam dike.

Hilbijartina 14´ê Gulanê ya serokkomariyê û ya parlamenteriyê ya Tirkiyeyê, li derveyî Tirkiyeyê wê esas 27´ê Nîsanê dest pê bike û heta 9´ê Gulanê dewam bike. Bêhtirî 3 milyon û 416 hezar hilbijirên li derveyî Tirkiyeyê heger biçin ser sindoqan wê karibin dengê xwe bidin. Hilbijêrên li derveyî Tirkiyeyê wê cara yekê dengê xwe bi kar bînin jî 277 hezar û 646 kes in.

HDP´ê di hilbiajrtinên 2018´an de li derveyî Tirkiyeyê ji sedî 17,31´ê dengan wergirtibû û bûbû partiya sêyem. Ji bo van hilbijartinan Partiya Çep a Kesk dixwaze ji vê rêjeyê bibihure û bêhtir kesan bibe ser sindoqan. 

52 herêmên hilbijartinê hene

Di nava Koordînasyonê de hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç jî cihê xwe digire. Wî got, li Ewrûpayê, li Kanada, Awustralya, Japonya û Efrîkayê, li 52 herêmên hilbijartinê, hem koordînasyonên welatan û hem jî komîsyonên deveran ji bo serketina Partiya Çep a Kesk kar dikin.

Koç got, weke qonaxa yekê, wan hilbijêr qeyd kirine û ev agahî dan: “Li Ewrûpayê, me xwe gihand 120 hezar hilbijêran. Ji van 10 hezar qeydiyên wan li Tirkiyeyê bûn, me kir ku qeydiyên xwe li konsolosxaneyan bînin Ewrûpayê. Wekî din me kir ku 20 hezar kesên van salên dawiyê wekî penaber hatine Ewrûpayê jî, qeydiyên xwe li konsolosxaneyan bikin. Gava ku em bifikirin ku li seranserê Ewrûpayê 90 hezar qeydiyên nû hatine kirin, ev 20 hezar qeydiyên ku me kirine, girîng in. Li derveyî me jî gelek hilbijêran bi xwe navnîşana xwe beyan kir.”

Koç bal bire ser tecrûbeyên hilbijartinên berê ku welatiyên Tirkiyeyê li Ewrûpayê jî dengê xwe dan û got, “di wan hilbiajrtinan de herî zêde hevalên me sindoq parastin.” Wî da zanîn ku ji bo ewlehiya sindoqan di vê hilbijartinê de jî wan tevdîrên lazim hemû girtine. 

Ji bo muşahidiyê miracaet tên qebûlkirin

Yuksel Koç da zanîn ku hîna miracaetên ji bo muşahidiyê dewam dikin û got, “Heta niha li 52 herêmên hilbiajrtinê me qederê 3 hezar miracaetên ji bo muşahidiyê kirin. Em dixwazin hîna qederê hezar miracaetên din bikin. Heta roja dawî ya hilbijartinê jî ji bo muşahidiyê miracaet dikarin bên kirin. Mirov dikarin ji bo demeke dirêj yan jî tenê ji bo rojekê mişahidiyê bikin jî miracaet bikin.”

400 nûnerên Partiya Çep a kesk

Konsolosxane jî di navê de ji bo 52 herêmên hilbijartinê 400 nûnerên Partiya Çep a Kesk hene ku mafê wan ê îtîrazê heye. Koç li ser vê yekê got, “Li her herêma hilbijartinê herî kêm 2 nûnerên rayedar wê hebin. Muxatebê wan jî serokê desteya hilbijartinê yê herêma hilbijartinê ye. Heger tiştekî li derveyê usûlê çêbû, ew ê bi nûnerên partiyên din re girtenameyan binivîsin. Hejmara wezîfedar û muşahidan 3-4 caran ji yên dema bihurî bêhtir e.”

Koç da zanîn, kesên ku heta 25´ê Nîsanê miracaetî wan bikin ji bo muşahidiyê, ew ê wan perwerde jî bikin.

Bi sedan buroyên hilbijartinê

Heta niha li Elmanya, Swîsre, Fransa, Kanada, Skandînavyayê bêhtirî 20 buroyên hilbijartinê hatine vekirin. Lê esas hejmara wan bi sedan e. Yuksel Ko dibêje, “Di nava Koordînasyona hilbijartinê ya Ewrûpayê de qederê 40 saziyên sîwanê yên Kurd, Tirk, Suryanî, Ezîdî, Ermenî, Elewî û çepgir hene. Di nava wan de qederê 3 hezar komele, cemxane, dergeh, komeleyên dever û gundan, û mizgeft hene. Hêza motor a xebatên me ev sazî ne. Ew di nava birina ser sindoqan û ewlehiya sindoqan de jî yekser cihê xwe digirin. Ev saziyên me hemû weke buroyên hilbijartinê ne, ji ber wê esas bi sedan buroyên me yên hilbijartinê hene.”  

Hilbijêr çawa wê biçin ser sindoqan

Îsal ji bilî konsolosxaneyên dewleta Tirk, li hin navnîşanên din jî deng wê bên bikaranîn. Yuksel Koç li ser vê got, “Ev yek wê birina ser sindoqan îsal ji bo me gelekî hêsan bike. Li serkonsolosxaneyan dengdan wê 27´ê Nîsanê dest pê bike û heta 9´ê Gulanê dewam bike. Li navnîşanên din, hilbijêr wê karibin 3 rojan yanî ji 29´ê Nîsanê heta 1´ê Gulanê dengê xwe bidin.”
Koç bi bîr xist ku hilbijêrên li derveyê Tirkiyeyê, dikarin li ku herêma hilbijartinê bin jî dengê xwe bidin. Yanî kesekî navnîşanan wî li bajarekî Fransayê, dikare li Elmanyayê li bajarê dixwaze bi kar bîne.

Seferber dibin
Yuksel Koç li xwe mikur hat ku di hilbijartinên beriya niha de nekarîne bi xweşikî hilbijêran bibin ser sindoqan û got, “Sermeselê, di hilbiajrtina 2018´an de li Parîsê ji 58 hezar hilbijrêrên Kurdistanî, me tenê 21 hezar birin ser sindoqan, li Marsîlyayê ji 10 hezar hilbijêrên qeydkirî tenê 6 hezaran dengê xwe da, li Strasbourgê jî ji 24 hezar hilbijêran tenê 6 hezaran dengê xwe da. Vê carê sazî û dezgehên di nava Koordînasyona Hilbijaritinê ya Ewrûpayê de ji bo ku hilbijêran bibin ser sindoqan xebatê dimeşînin. Otobus û minîbus tên kirêkirin, wesayêîtên şexsî tên amadekirin. Ji ber avahiyên saziyên me rojane otobus, wesazîtên şexsî û minîbus wê mirovên me bibin ser sindoqan. Em ji xelkê xwe re dibêjin, hûn dikarin bi telefonê xwe bi hêsanî bigihînin me. Her kesê ku derfeta wî nîne, bila telefonî me bike û em ê pê re bibin alîkar.”

Hilbijêrên me dengê xwe nedane
Yuksel Koç bi bîr xist ku êdî hefteyek maye ji dengdanê re, û wiha peyivî: “Heger em vê hefteyê bi ruhê seferberiyê kar nekin, em ê ji encamên hilbijartina 2018´an nebihurin. Divê em bi komîsyonên xwe li gorî semtan û deveran bi rêxistin bibin. Gelek ji kesên dengê xwe nedane, hilbijêrên me ne. Kêmasiya me heye di birina ser sindoqan de. divê em vê meseleyê hal bikin. Heger em vê bi ser bixin, em ê karibin zora faşîzma AKP-MHP´ê bibin. Niha lazim e em bi seferberiyê hilbijêran bibin ser sindoqan û bi ser bikevin.” 

Her deng muhim e
Hevserokê KCDK-E´yê Koç got, lazim e her kes dengê xwe bide û wiha bang li hilbijêran kir: “Bila ti kes nebêje, ‘Jixwe dengekî min heye, tiştek nabe’. Bi dengekî, bi rayekê mirov dikare parlamenteriyekê bi dest bixe yan jî ji dest bide. Di hgilbijartinên beriya niha de dengên ji Ewrûpayê, li Mûşê kirin ku HDP parlamenteriyekê bi dest bixe û li Batmanê jî bûn sedem ku parlamenteriyekê ji dest bide. Her dengê ku neyê dayîn bi kêra faşîzmê û Erdogan tê. Her deng wê diyarker be ji bo ku Partiya Çep a Kesk parlamenteriyekê bi dest bixe. Her kes lazim e ji xwe re bike armanc ku li cihê xwe 10 hilbijêran qaneh bike.”

 

Em ê xwedî li her dengî derkevin

Li ser xebatên xwe yên ewlehiya siondoqan, Hevserokê KCDK-E´yê Tuksel Koç got, “Muşahidên me di bikaranîna dengan, jimartina zerfan û muhafezekirina dengan li cihên diyarkirî de wê bi desteya sindoqê re kar bikin. Em ê yek dengê bi tenê jî bêxwedî nehêlin. Piştî mohrkirina sindoqan, wan dibin Enqerê. Ji bo jimartina dengên ji Ewrûpayê, em plan dikin ku 200 ta 300 wezîfedarî bi sindoqan re bişînin Tirkiyeyê.”