Li dijî Dehaqan agirê Newrozê

Duşem 17 Adar 2025 - 03:00

  • Newroza ku bi berxwedana Gelê Kurd bû yek û ji salî 90’î heta niha di 35 salan de yekane peyama li qadên Newrozê hat dayî "Azadî" bû. Agirên Newrozê her tim ji bo aştiyê hatin pêxistin.

Newroz ji bo Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bi azadî û jiyan yek tê dîtin û Newroza îsal ji salên din wateyek cuda dihewîne. Di vê dema ku germahiya banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe li her derê pêçaye de, Newroza îsal tê pêşwazîkirin.

Beriya vê banda dîrokî ku ji bo hemû gelan pêşiya pêşerojekê vedike, gelek Newroz hatin jiyîn. Hemûyan di demên xwe de mohra xwe li dîrokê dan û derketin pêş. Newroza îsal jî xwedî wateyeke cuda ye.

Di 35 salan de daxwaza "Azadiyê" her tim derket pêş û îsal jî bi dirûşmeya "Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk" û "Ji bo azadiyê Newroza Civaka Demokratîk"  wê Newroz bê pîrozkirin.

Di 1990’î de li Nisêbînê Newroz hat pîrozkirin û 5 hezar kes daketin kolanê. Lê di encama êrişê de herî kêm 700 kes hatin binçavkirin. 

Di 1991 û 1992’yan de Newroz bi rihê berxwedanê tê pîrozkirin. Tevî hemû êrişan rihê Newrozê Kurdistanê dipêçe. Bi taybet dîmenên Newroza Cizîr û Nisêbînê ji hişan naçe. 

Di 1993’yan de bi pêşengiya Partiya Kedê ya Gelan (HEP) Newroz hat pîrozkirin. Rojek beriya Newrozê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi armanca bidawîbûna pevçbûnan agirbest îlan kir. Pîrozbahî jî li ser vê peyamê hatin kirin.

Li her derê Kurdistanê bi hezaran kes daketin kolanan û Neroz pîrozkirin. Di êrişên hatin kirin de gelek kes hatin qetilkirin û gelek kes birîndar bûn. 

Ji ber bandora pandemiya COVID-19 ya sala 2020'î, pîrozbahiyên Newrozê bi giranî hatin betalkirin an jî bi beşdariyeke kêm hat pîrozkirin. Ji ber rêgezên dûrbûna civakî û qedexeyên derketina derve, çalakiyên girseyî nehatin lidarxistin. Li şûna wê, çalakiyên serhêl û pîrozbahiyên sembolîk hatin lidarxistin.

Tevî ku pandemî di sala 2021'ê de dewam kir jî, bi destpêkirina derzîlêdanê re li hin herêman pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariyeke kêm hatin lidarxistin. Ji bo azadiyê dîsa agir hate pêxistin.

Di 2022’yan de 29 bajar li 72 navendî bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" bi mîlyonan kes daketin qadan û Newroz hat pîrozkirin.

Di 2023’yan de bi dirûşma "Her dem Newroz her der azadî" li 42 navendê Newroz hat pîrozkirin.

Di 2024’an de agirê ewil yê Newrozê li Dep a Xarpêtê hat pêxistin. Pîrozbahî bi dirûşmeyên "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" pêk hatin. Bi mîlyonan kes li dora dirûşmeyê hatin gel hev.

JINNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.