Li dijî DAIŞ’ê bibin pişt ji Rêveberiya Xweser re

Şemî 4 Sibat 2023 - 05:08

  • Mezlûm Ebdî: Niha em ji Fransayê dixwazin li dijî êrişên dewleta Tirk bibe xwedî helwêsteke bibiryartir. Em her wiha dixwazin ku Fransa destekê bide Rêveberiya me ya Xweser. Em li bendê ne ku Fransa bibe pişta siyasî ya herî pêşî ya Kurdên Sûriyê li nava koalîsyonê.

Kovara heftane ya nûçeyan a Fransî Le Point, bi berga “DAIŞ: vegera tehlûkeyê” derket. Li ser bergê wê wekî din nivîsî: “Şerê Erdogan ê li dijî Kurdan, rêyeke fereh li ber ber DAIŞ´ê vedike: encamên ji bo welatên rojava”.

Di kovarê de agahiyên li ser şerê li dijî DAIŞ´ê, hepsên DAIŞ´ê li wan li Rojava ragirtî ne û êrişên dewleta Tirk ên misêwa li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û rojhilatê Sûriyê di nûçe û dosyayan de hatine bicihkirin. Esas berga kovarê xwe disipêre hevpeyvîneke taybet a kovarê ya bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî re. Kovar gava behsa hêzên Rojava dike û her wiha fermandar Mezlûm Ebdî jî, wan weke “berrxwedêr” bi nav dike.

Ev hevpeyvîn bi sernivîsa “Fransa divê bibe pişta siyasî ya herî pêşî ya Kurdên Sûrî” hatiye weşandin. Di hevpeyvînê de Mezlûm Ebdî got, îhtîmala êrişeke nû ya dagirkeriyê heye, ew ê bi tevahiya hêza xwe li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Wî ji Parîs û Washingtonê jî xwest bibin xwedî angajmaneke jidil a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk.

 

Em li benda êrişekê ne meha Sibatê

Li ser pirsa kovarê, mezlûm ebdî dibêje, “Em li bendê ne ku dewleta Tirk di Sibatê de êriş bike. Ev ê ji nû ve rewşa li herêmê biguherîne. Dewleta Tirk Kanûna bihurî êrişeke berfereh a bi dronan anî ser me. Armanca wê paşê dagirkirina Minbic û Til Rifetê bû. Hingê Erdogan got, armanca wî dagirkirina Kobanê ye. Heta niha bersiv û nerazîbûna navneteweyî pêşî li vê girt. Ji bo zexta li ser hêzên me dewam bike, Tirk niha li alîkariya rejîma Sûrî ya Beşar Esed û Rûsyayê dipirsin.”  

Mezlûm ebdî behsa tehlûkeya êrişa di erdê re û dagirkeriyeke di erdê re ya meha Sibatê dike û vê agahiyê jî dide, “Wezîrê Tirk ji Rûsyayê destûr xwest da ku karibin F-16´an bi kar bînin.”

 

Dagirkerî wê ruh bi DAIŞ´ê bîne

Fermandarê Giştî yê QSD´ê balê dibe ser aliyê tehlûkeya DAIŞ´ê ya êrişa muhtemel a dewleta Tirk a dagirkeriyê û dibêje, “DAIŞ´î li bendê ne ku dewleta Tirk dest bi êrişa dagirkeriyê bike, da ku ew jî ji nû ve êrişê kamp û girtîgehan bikin. Tevî koalîsyonê em hewl didin vê tehlûkeyê di bin kontrolê de bihêlin. Ji bo ku em karibin pêşiyê li xelkê bigirin da ku nekevin nav refên wan, divê ev herêmên me siyasî bi îstîqrar bin. Ji ber wê jî pêdiviya me heye bi wê yekê ku aliyên koalîsyonê destekê bidin Rêveberiya me ya Xweser.” 

Li ser têkilî û hevkariya bi koalîsyonê û nexasim Emerîkayê re Mezlûm Ebdî dibêje, hevkariya wan a bi Emerîkayê re, ji terefê Emerîkayê ve eşkere tenê li ser bi temamî têkbirina DAIŞ´ê ava bûye û wiha dewam dike: “Ji bilî vê em tenê tiştekî ji wan dixwazin; Donald Trump ferman da ku hêzên Emerîkî ji KObanê û derdora wê vekişin. Em dixwazin koalîsyon vegera van herêman, lê heta niha ti biryara li ser vê yekê ya koalîsyonê nehatiye dayîn.”

 

Biryara Trump xiyanet bû

Biryareke wiha dîsa xiyanet e      

Li ser bibîrxistina biryara serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Trump a vekişandina hêzên koalîsyonê, Mezlûm Ebdî dibêje, ew xiyanet bû û niha rêveberiya Biden heger destûrê bide dagirkeriya dewleta Tirk, ew ê vê jî weke xiyanet bibînin: “Van çend mehên dawiyê êrişên bi dronan û topan gelekî zêde bûn. DYE bersivê nade daxwazên me. Ew bi qasî ku lazim e, li dijî Erdogan dengê xwe nakin. Heger ew destûrê bidin ku Tirkiye erdên me dagir bikin, erê, ev ê bibe xiyanet.”

 

Fransa welatekî dost e  

Mezlûm Ebdî herî dawî jî li ser Fransayê peyivî û got, “Em Fransayê wekî welatekî dost dibînin. hikûmeta wê timî destek da Kurdan nexasim jî destek da Rojava û QSD´ê. Ez bi xwe gelek caran yekser bi serokkomar Macron re peyivîn û her carê wî desteka xwe ya ji bo me dubare kir. Ev tiştekî baş e. Lê niha em ji Fransayê dixwazin li dijî êrişên dewleta Tirk bibe xwedî helwêsteke bibiryartir. Artêşa Fransayê li vir heye, em bi hev re operasyonên şerê li dijî DAIŞ´ê dimeşînin. Lê em her wiha dixwazin ku Fransa destekê bide Rêveberiya me ya Xweser. Em li bendê ne ku Fransa bibe pişta siyasî ya herî pêşî ya Kurdên Sûriyê li nava koalîsyonê.”

 

MIT'ê 1999’an hewl da Mezlûm Ebdî şehîd bike

 

Di hevpeyvîna Le Pointê de Mezlûm Ebdî li ser bi pirsekê elaqedarî komkujiya Parîsê ya 23´yê Kanûna 2022´yan a li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya bi bîr xist ku reşkujiyên siyasî yên dewleta Tirk ne nû ne û got, “Gava ez li wir [Ewrûpayê] bûm, istîxbarata Tirk [MÎT] hewl da min bikuje. Ev sala 1999´an li Holandayê qewimî. Lê wan nekarî ya xwe bibin serî. ji ber ku hevalên me yên Ewrûpî pêşî li wan girtin û ez jî hişyar kirim. Komkujî her vê bûyerê tênin bîra min. MÎT hingê jî li Ewrûpayê hebû, niha jî heye û berpirsên Kurd dike armanca êrişan. Ev cara pêşî ye ku ez behsa vê bûyerê dikim.”      

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.