Li dijî dagirkeriya Tirk divê Sûriyeyî bibin yek

Sêşem 9 Tîrmeh 2024 - 00:49

Çalakvana siyasî Mereh El Bîqaî diyar kir êrişên nîjadperest ên li hember penaberên Sûriyeyî yên li derveyî mirovahiyê ne. Her wiha got, divê Sûriyeyeyî li dijî dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyeyê helwesteke yekbûyî nîşan bidin.

Lêkol û çalakvana siyasî Mereh El Bîqaî têkildarî êrişên nîjadperest ên li dijî penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê, xwepêşandanên li herêmên dagirkirî, her wiha têkiliyên Şam û Enqereyê  axivî.

Mereh El Bîqaî diyar kir nêzîkatiyên Tirkên nîjadperest ên li dijî penaberên Sûriyeyî destpêkê li dijî qanûnên xwecih in, ji ber ku zexgteke rasterast a li ser sivîlan e û got: "Di heman demê de li dijî qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina kesan in ku ji ber mercên ewlehî yan mirovî penaberî welatekî din dibin. Li gorî qanûnan divê welatên penaberan dihewînin, parastina wan bikin."

Mereh El Bîqaî li ser sedemên nîjadperestiya Tirkan a li hemberî biyaniyan wiha axivî: “Gelek sedem hene. Yek jî rewşa aborî ya li Tirkiyeyê roleke mezin di zêdekirina nefreta Tirkan a li hemberî biyaniyan de dilîze. Welatiyên Tirk wisa difikirin ku biyanî para xwarina wan, kar û alîkariyên dewletê dibin. Lê ev rewş ji bo penaberên Sûriyeyî nabe. Ji ber ku penaberên Sûriyeyî yên nikarin bixebitin, di aliyê aborî de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ve tên destekkirin. Tê zanîn ku Neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewropayê ji bo penaberên Sûriyeyî alîkariyan ji Tirkiyeyê re dişînin. Li aliyekî din jî penaberên Sûriyeyî xwedî karên taybet in û dikarin tev li civakên nû yên penaberiyê bibin.”

Divê muxalefet rêxistiniya xwe bike

Mereh El Bîqaî bal kişand ser xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên li dijî artêşa Tirk jî û got: "Tevgerên gel ên li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên li dijî nîjadperestiya Tirkan xwepêşandanên aştiyane û rewa ne. Mafê welatiyên Sûriyeyê heye nêrîna xwe bibêjin û wek penaber daxwaza mafên xwe bikin. Divê ev geşedan, bi taybet tevgera gel di çarçovaya banga derxistina hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê de were bikaranîn. Divê muxalefeta ku di aliyê îdarî, diravî û leşkerî de di nava tevliheviyê de ye, xwe bi rêxistin bike."

Şertê hikûmeta Şamê hêzên Tirk derkevin

Têkildarî nêzîkbûna Enqere û Şamê jî Mereh El Bîqaî got: “Demek e nêzîkbûna di navbera Enqere û Şamê de dihat çaverêkirin. Hewldanên normalîzekirinê bi zexta Rûsyayê tên kirin. Lê hîna astengî li pêşiya normalîzekirinê hene. Şertê hikumeta Şamê ew e ku tevahî hêzên Tirk ji xaka Sûriyeyê derkevin û divê Tirkiye destwerdanê li kar û barên Sûriyeyê neke. Li beramberî vê yekê Enqere dixwaze alîkariya opozîsyona Sûriyeyê bike, lê di vê qonaxê de ez nabînim ku Tirkiye ji bo çareseriya siyasî zextan li ser Şamê bidomîne. Ji ber ku hikumeta Enqereyê û serokê wê Erdogan, behsa normalîzekirina bêberdêl dikin."

Divê Sûriyeyî bibin yek

Lêkol û çalakvana siyasî ya Sûriyeyî Mereh El Bîqaî li dijî dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê ev bang li gelê Sûriyeyê kir: "Dersa ku divê Sûriyeyî sûdê jê bigirin; hêz, armanc û hewlesta xwe ji bo çareseriya siyasî, ji bo berjewendiyên tevahî gelê Sûriyeyê bikin yek. Tevahî gelê Sûriyeyê guhertinê dixwaze, pêvajoyeke nû ya jiyana siyasî ku mafên tevahî neteweyên li Sûriyeyê mîsoger bike, dixwaze. Tevahî gelê Sûriyeyê rêveberî, serweriya hiqûqê û pêvajoyeke demokratîk a yekbûyî dixwaze.”

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.