Li dijî dagirkeran yekhelwêst

Pêncşem 9 Hezîran 2022 - 21:15

  • “Em partiyên siyasî bang li gelê Sûriyê, bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hişyar bin, li hember terora bi nûnertiya AKP’ê hevgirtî bin, li dora rêveberiya xwe bicivin û parastina vîna xwe ya azad bikin.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Kantona Girê Spî, Dayikên Aştiyê li Helebê û Meclisa Navçeya Til Birakê bi daxuyaniyên cuda êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin. Li Reqayê jî partiyên siyasî gefên dagirkeriya Tirk rûreş kirin. 

Meclisa Navçeya Til Birakê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û leşkerî û bi dehan xelkê navçeyê, li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Kongra Star, Henan Silêman daxuyanî xwend û tê de got, "Em êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar dikin.”

Meclisê berxwedana gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker silav kir û di dawiyê de got, “Em gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê divê li dijî dagirkeran bi yek dest bin."

Silav li berxwedana gerîla  

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên li kantona Girê Spî daxuyaniyek da.

Endama Tevgerê Rewşen Elî bi beşdariya bi dehan endamên tevgerê yên kantona Girê Spî û navçeya Eyn Îsa, li pêşiya Çerxerêya Şaredariyê daxuyanî xwend.

Tevgerê êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi armanca şikandina vîna gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, şermezar kir. Wê got, “Em bang li civaka navneteweyî dikin da ku li hemberî van êrişan bê deng nemîne ji ber ku welatî dibin armanc.” Tevgerê berxwedana gerîlayan jî silav kir. 

Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wan şermezar kirin.

Diya şehîd Şêrwan, Rexde Îbiş bi beşdariya bi dehan Dayikên Aştiyê û malbatên şehîdan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li taxên Şêxmeqsûd daxuyanî xwend.

Wê got, "Em girîngiya dîrokî ya serketina gelê me li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî DAIŞ`ê bi dest xistine, dibînin, ruxmî ku hin hêz bi awayekî eşkere li dijî DAIŞ`ê neaxivîn û rêbazên nerêxistinkirî bi kar anîn, lê QSD`ê di parastina gelê herêmê de ji êrişan isbata xwe kir, lewma dewleta faşîst hemû nirx û pîvanên mirovî û exlaqî derbe dike. Çi kesên piştgiriya hişmendiya şovenîst dike, heqaretê li nirx û rûmeta gelê me dike."

Bila biryar NY´ê bi cih bê

Partiyên siyasî yên li Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê li dijî gelê Sûriyê bi giştî û li herêmên dagirkirî bi taybet şermezar kirin û bang li NY’yê û rêxistinên mafên mirovan kir ku biryara navneteweyî ya 2254’an pêk bînin.

Di daxuyaniyê de endamên Partiya Yekitiya Demokratî ya Kurd li Sûriyê, Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratî li sûriyê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Partiya Çep a Kurdî, Partiya Yekitiya Demokratîk û Partiya Komarî ya Kurdistan-Sûriye amade bûn.

Daxuyanî li çerxerêya Panorama ya li rojavayê Reqayê hate dayîn. Nûner û endama Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Biratî ya Kurdistanê Cumana Xelef daxuyanî xwend û got, “Dewleta Tirk rojane êrişî sivîlên li Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Til Rifet, Minbic û Şehba dike û hewl dide şêniyên wê koçber bike, da ku demografiyê wan biguherîne, şerekî biafirîne û fîtneyan çêke. Îro jî hewl dide derbê li îstîqrara li herêmên Rêveberiya Xweser bixe. 

Em partiyên siyasî bang li gelê Sûriyê, bi taybet gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku hişyar bin, li hember terora bi nûnertiya AKP’ê hevgirtî bin, li dora rêveberiya xwe bicivin û parastina vîna xwe ya azad bikin.

Divê rêxistinên hiqûqî êrişên dewleta Tirk red bikin û li gorî biryarên NY’yê û peymanên navneteweyî bi taybet biryara 2254’an a Neteweyên Yekbûyî, destekê bidin dozên me û aktîf bikin, da ku krîzê bi dawî bikin."

ANHA/HESEKÊ/REQA

Artêşa Tirk mizgeft topbaran kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, artêş Tirk a dagirker mizgefta gundê Catê yê li bakurrojhilatê Minbicê tobparan kiriye, di encamê de ziyaneke mezin li avahiya mizgeftê kiriye.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî got, artêşa Tirk a dagirker welatiyan jî îbadetxaneyan jî dide ber topan. Meclisê da zanîn ku êriş pêr bi şev çêbûye û gelek top li avahiya mizgeftê ketine. 

ANHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.