Piştî ku qeyûmê dagirker Sînameya Yilmaz Guney a Şaredariya Êlihê hilweşand çend hevalan li Êlihê, Yenî Sahne ava kir. Yenî Sahne 2018'an hate avakirin. Di nav wan de tenê Erdal Kaya di warê şanoyê de perwerde bûye. Pirraniya lîstikvanên din mamoste, parêzer, xebatkarên tenduristiyê ne. Pirraniya lîstikên li Yenî Sahneyê bi Kurdî ne. Hin lîstikên bi zimanên din jî wergerandine Kurdî. Kom li dijî asîmîlasyonê dixebite.
Erdal Kaya ku karê wî yê sereke mamostetiya wêjeyê ye, li zanîngehê şano jî xwendiye. Kaya dibêje, beriya bi 2 salan tevî hevalên xwe yên parêzer, mamoste, xebatkarên tenduristiyê wan Yenî sahne ava kiriye. Îro 150 kes endamên wê ne. Ew bi derfetên xwe, lîstikên xwe li Yenî Sahneyê nîşan didin.
Kaya dibêje, wankarî hin pêşhukmên li dijî Kurdî ji holê rakin: ''Lîstikên me ew fikra, 'ez bi Kurdî li lîstikê binêrim jî tiştekî jê fêhn nakim' rakir''. Bi ya wî şanoya wan bersiveke li dijî asîmîlasyonê: ''Mirovên ku digotin, ez nizanim bi Kurdî biaxivim jî piştre malbatên xwe bi xwe re anîn. Esas, şanoya Kurdî ji mêj ve di jiyana Kurdan de heye. Şanoya Bajêr a Amedê ji mêj ve heye. Li Stenbol, Wanê heye û van demên dawî bandora medyaya civakî çêbû û Êlih di qada şanoyê de êdî ne dûrî Stenbolê ye. Pêşî dema ku Kurdî tê gotin ziman weke bendeke cidî tê dîtin. Fikreke wiha hebû lê li Êlihê me ev şikand, li Wanê me şikand.''
Kaya di warê dewra şanoyê li dijî asîmîlasyonê wiha dewam kir: ''Me asîmîlasyon kire hedef. Sedema herî sereke ya şanogeriya me ev e. Apê min li min geriya û got, zarokên wan bêyî agahiya wan li ser înternetê li vîdeoyan nêrîne. Piştî ku li lîstikên me nêrîne ev wiha bûye.''
Kaya got, bi Şildim Bildimê di vê pêvajoya pandemiyê de wan hewl daye ku valahiya heyî dagirin, wan heta niha 12 beşên wê çêkirine, Îlonê dîsa ew ê dest pê bikin, diya wî bixwe jî meraq dike bê ka beşê nû wê kengî be.
ANF/BATMAN