Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ragihand ku li peravên Libyayê 15 penaber di Derya Spî de xeniqî ne.
UNHCR'ê li ser hesabê Twîtterê ragihand du keştî noqî avê bûne û 15 penaber di encamê de mirine.
UNCHR'ê diyar kir ku yekşemê bi şev bûyer qewimiye. Li gorî kesên bi keştiyan xwe gihandine paytexta Lîbyayê Trablûsê, 177 kes sax filitîne û gelek ji wan divê bên dermankirin.
UNHCR'ê da zanîn ku penaber ji bajarên Zwara û El Humsê yên peravên rojavayê Libyayê bi rê ketine. Pirraniya wan ji Sehraya Jêra Efrîkayê ne û hewl dane biçin Ewrûpayê.
Ji sersalê û vir ve hejmara kesên li ser vê rêya penaberiyê di deryayê de xeniqîne û mirine, li gorî eynî dema sala 2020'an du caran zêdetir e.
Rêxistina Koçberan a Navnetewî Îlonê eşkere kiribû ku ji serê sala 2021’ê ve 1369 penaber li Deryaya Spî xeniqîne.
NAVENDA NÛÇEYAN