Li Dêrgulê leşker berdane kuçeyan

Çarşem 27 Adar 2024 - 00:38

Li Dêrgulê ku xelkê wê dilxwazên DEM Partiyê ne, AKP ketiye tirsa windakirinê û ji bo gel çavtirsandî bike derî li leşkeran vekir û ew berdane kuçeyan.

Li bajaroka Dêrgulê ku AKP ketiye tirsa ku şaredarî ji dest biçe, ji bo gel çavtirsandî bike û bi dek û dolaban ji sendoqê derkeve, ji bo gel çavtirsandî bike derî li leşkeran vekir û berdane kuçeyan. Leşkerên Tirk bi hincetên beleheq gel tacîz dikin, li nasnameya gel dipirsin.

Li bajarok Dêrgulê ya Şirnexê, li taxên dengên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) zêde ne, zext li şêniyan tê kirin. Beriya hilbijartinê leşker danê êvarî li taxan digerin û nasnameyên şêniyan kontrol dikin. Ev yek li taxên Nasirhan û Çadirliyê di dîmenan d ejî dekret holê; leşker bi çekên zirxî digerin û di dest wan de çekên lûledirêj û nansameyan kontrol dikin. 

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan bertek nîşanî vê rewşê da û got, leşker dixwazin gel çavdtirsandî bikin. Ûysalê got: "Em hem bi hilbijartineke dîrokî, hem jî bi pêvajoyeke hilbijartinê ya dijwar û astengdar re rû bi rû ne. Li her bajarên Kurdistanê walî, qeymeqam û fermandarên leşkerî bi awayekî derqanûnî dikevin nava gel. Dixwazin vîna gel biguherînin."

Ûysalê da xuyakirin ku li Dêrgulê ji bo taxên ku dengên DEM Partiyê lê zêde ne pêkanîneke nû dest pê kiriye û got: "Êvarî, piştî fitariyê wesayîtên zirxî dikevin taxan. Leşker dikevin nava taxan û nasnameyên kesên li derve kontrol dikin."

MA/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.