Li Dêrazorê zarokek şehîd bû
Çarşem 8 Mijdar 2023 - 00:11
QSD`ê li ser malpera xwe ya fermî ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û çeteyên wê, bajarokê Hewayic Zîban ê Dêrazorê topbaran kirine.
Her wiha da zanîn ku hêzên hikumeta Şamê û milîsên Îranê yên li rojavayê berava çemê Firatê, malên sivîlan ên bajarokê Hewayic Zîban topbaran kirine. Di encamê de zarokê bi nave Ebdreûf Ibêd El Xelef şehîd bûye û zirarên madî çêbûne.
QSD`ê eşkere kir ku hêzên hikumeta Şamê hewl dide çeteyan bi rêya van kiryarên terorîst derbasî herêmê bike, lê ew hewldan ji aliyê QSD`ê ve hatine têkbirin. QSD`ê soz da ku têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de berdewam bike.
NAVENDA NÛÇEYAN