Li Dêrazorê hevpeymanê vegotin
Yekşem 17 Kanûn 2023 - 16:15
Komîteya Jinan a Kantona Dêrazorê bi civînekê bendên bendên Hevpeymana Civakî ya nû Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji xelkê re şîrove kir. Civîn li bajarokê Hecînê bi beşdarbûna bi dehan kesan, endamên meclisên xwecih, komûn, Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û Malbatên Şehîdan hat lidarxistin.
Di civînê de endamê Komîteya Xizmetan a Meclisa Gel a Hecînê Silêman El Kerhût 50 bendên hevpeymanê xwendin.
Beşdaran jî derbarê hevpeymanê de nerînên xwe anîn ziman û hevpeyman wekî gaveke girîng û aktîf ji bo Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin. Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 12′ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ya nû erê kir û bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hevpeyman di 13′ê heman mehê de dikeve pratîkê.
ANHA/DÊRAZOR