Li Dêrazorê geşedana aborî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 16 Nîsan 2024 - 00:10

ELÎ EREB / ANHA / DÊRAZOR

Komîteya Aborî ya kantona Dêrazorê ji bo pêşxistina xebatên pîşesazî û pêşxistina cûreyê hilberînê alîkarî ji bo 235 kargehên pîşesazî pêşkêş kirin. Bi vî awayî jî derfetên kar ji bo hezar û 500 malbatên kantonê tên peydakirin. Hevseroka Gerînendetiya Pîşesaziyê ya kantona Dêrazorê Fatme El Şêx got:"Gerînendetî gerên xwe yên rotîn pêk tîne da ku pêdivî û zehmetiyên kargehên pîşesazî yên belgekirî nas bike û ji wan re çareseriyan, madeyên sereke û sûkên ji bo derxistina berhemên xwecih peyda bike." Fatme El Şêx diyar kir ku li gor belgeyên şaredarî û meclisên 4 herêmên kantonê 235 kargehên pîşesazî yên belgekirî hene. Ev kargeh wek ên çêkirina mast û penîr, kargehên naylon, boriyên çandiniyê û "BRB", kargehên şîraniyê, firneyên siyahî û aşên modern in. Her wiha di herêmê de 10 kargehên girêdayî aboriya civakî ku kelûpelên wek dermanên paqijiyê, tûrên naylon, hesin û şîraniyê berhem didin. Ev kargeh jî derfetên kar ji bo zêdetirî hezar û 500 malbatên herêmê peyda dikin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.