Cotkarên herêma Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê dest bi dirûna kunciyan kir. Cotkar dibêjin berhema îsal baş e.
Çandina kunciyan li herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyeyê ji bo gelek cotkaran jêdera debarê ye. Kuncî di navbera mehên Hezîran û Tîrmehê de tê çandin. Berhema her donimekê di navbera 50 heta 100 kîlograman de ye. Her kîloyek bi 15 hezar û 500 lîreyê Sûriyeyê ye. Kuncî di gelek xwarin û dermanan de tên bikaranîn. Jê zeyt tê derxistin, tahîn û helaw tê çêkirin. Her wiha di çêkirina şîraniyê û zaterê de tê bikaranîn. Michim El Aşîb ji bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê ye, got kuncî ji bo cotkarên kantonê gelekî girîng e. Dirûna wê ji 15`ê Îlonê ve dest pê dike. Beşeke mezin a kar û xebatên çandin û dirûna kunciyan dikeve ser milê jinan.
El Aşîb behsa zehmetiyên li pêşiya cotkaran derdikevin kir û got:"Dirûna gunciyan bi destan, zehmet e. Sotemenî û semad biha ne û av jî kêm e. Lê dîsa jî, çandiniya gunciyan li herêmê berdewam e, ji ber ku ji bo şêniyên herêmê bi giştî debara jiyanê ye."
ANHA/EHMED SEMHAN