Li Dêrazorê 4 kes hatin kuştin

Pêncşem 9 Adar 2023 - 00:14

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê SOHR`ê ragihand ku li Dêrazorê di teqînekê de 4 kes hatine kuştin û 8 kes jî birîndar bûne.

Li gorî SOHR’ê li pişt Nexweşxaneya Kolerayê ya li taxa Hemîdiyê ya Dêrazorê êrişî navendeke komên alîgirên Îranê hat kirin û piştî êrişê teqînek pêk hat. Hat ragihandin ku di dema êrişê de li asîmanê herêmê tevgera balafirên bêmirov ên biçek jî hebû.

Komên ser bi Îranê ve cihê êrişê dorpêç kir.

Çapemeniya girêdayî hikûmeta Şamê jî ragihand ku mayineke ji bermahiyên “terorîstan” teqiyaye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.