Dîmenek derket holê ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye kişandin û tê de tê dîtin ku leşkerên Tirk qadên hatine şewitandin nîşan didin û bi kêfxweşî qala sûcê xwe dikin.

Nehate tespîtkirin ku dîmen kengê û ji kîjan qereqolê hatine kişandin lê leşkerên ku dîmenan qeyd dikin, li xwe mikur tên ku daristan ji aliyê wan ve hatiye şewitandin. Leşkerek dibêje “Ev jî halê dawîn ê Bestayê ye.” Leşkerekî din jî dibêje “Operasyon qediya.”

Bi qasî ku ji axaftina leşkeran tê fêmkirin tê dîtin ku Çiyayê Besta û Cûdiyê yên Şirnexê tê şewitandin. Di vîdeoyê de leşkerek dibêje “Hevalên me ev der bi hewanên 80 hezarî teqandin.”

Çend roj berê leşkeran daristana li gundê Sorbitme û Gera Mihetê ya nêzî Çiyayê Cûdî jî şewitandibû. Ev herêmên ku tên şewitandin nêzî qereqolê ne û destûr nayê dayîn ku gel şewatê bitefîne.

NAVENDA NÛÇEYAN