- Ji pêr ve agir bi daristana çiyayê Cûdî ketiye û didome. Ji ber şewatê bax û baxçeyên gundiyan şewitîn.
Ji pêr ve agir bi daristana çiyayê Cûdî ketiye û didome. Ji ber şewatê bax û baxçeyên gundiyan şewitîn.
Li gundên Cifanê, Gundikê Remo û Nêvava yên girêdayî navenda Şirnexê ku dikevin qûntara Çiyayê Cûdî pêr bi şev şewat derket. Hat ragihandin ku şewat li qada daristanê belav dibe û didome. Çend meh berê li van gundan bi destê cerdevanan bi hezaran dar hatibûn birîn.
Tê gotin, eskerên Tirk agir bi daristanê xistine û ji pêr ve mudaxile nehatiye kirin.
Li aliyê din agir li Bajarokê Sêgirkê yê girêdayî navçeya Qilabana Şirnexê pêr bi şev bi daristanê ketibû, ji ber xwe ve vemirî. Hat diyarkirin ku ji ber şewatê gelek dar şewitîne.
MA/ŞIRNEX