Li çiyayên azad Newroz 

Çarşem 24 Adar 2021 - 00:26

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê cejna Newroza 21'ê Adarê bi rengekî bêhempa pîroz kirin. Di merasîmê de yek ji fermandarê gerîla Dersim axivî û got, ''Em ê nîşanî her kesî bidin ku tevgera fedayî ya Apoyî ti caran wê têk neçe.'' 

Li çiyayên Kurdistanê li gelek deveran Newroz hate pîrozkirin. Yek ji fermandarê Akademiyên Apollon a HPG'ê Dersim jî tevlî pîrozbahiya Newrozê bû.

Dersim di merasîma Newrozê de axivî û got, ''Dewleta Tirk ya mêtinger û dagirker ji bo pêşî li meşa PKK'ê bigire, li Zindana Amedê êşkenceyên gelek hov kir. Mêtingeran li Zindana Amedê dixwest ku vîna şoreşgerên Apoyî bişkîne, teslîm bigire li dijî vê Kawayê Hevdem hevrê Mazlûm Dogan di rojeke Newrozê de xwe feda kir û rê li berxwedanê vekir, rihê berxwedanê yê Newrozê afirand. Ji wê rojê û heta niha em l iber xwe bidin. Ji Mazlum Dogan heta bi Zekiya Alkan, Rahşan, Ronahî û Bêrîvanan hemû şehîdên ku di ber doza azadiyê de xwe feda kirine bi hurmet û minet bi bîr tînin.”

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.