BESNA ŞEMO / ANHA / QAMIŞLO
Ruxmî hebûna Komîteya Çand û Hunerê di nava sazûmaniya Meclisa Bajarê Çilaxayê de, lê rola wê di salên dawîn de tenê aktîfkirina hin çalakiyên diyar di komînan de bû û bi erka xwe ya vedîtina behreyan an jî pêşxistina wan ranebû.
Vê yekê hişt ku gelek kesên xwedî behreyên hunerî yên li bajêr bê derfet bimînin. Wê jî hişt ku ew berê xwe bidin Navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan ku behreyên wan hembêz bike.
Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxayê di çend salên borê de bi erka xwe ya bingehîn ranebû, tenê xebatên wê civîn, çalakiyên birêxistinî yên saziyên sivîl bûn. Navend ji bo pêşwazîkirin û teşwîqkirina behreyên welatiyan nebûn cihê balkêşiyê û mîrasa gel vejîn nekir.
Afirîneriya hunerî û jiyaneke hevbeş
Di vê dawiyê de Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa bajarê, biryara jinûve aktîfkirina navenda çandê dabû. Da ku ji bo derxistina mîrasa gel ji pêkhateyên herêmê re bibe dike û platforma pêşxistina enerjiyên afirîneriyê ji bo zarok û ciwanan.
Bi rêya tayînkirina hevserokatiya navendê, desteyê dest bi gavên ji nû ve aktîfkirinê, avakirina komên stranbêjî, şano, wênesazî, govendê, bi beşdariya perwerdekarên pispor, kir. Ji bo aktîfkirina van koman hevkarî bi komîteyên çandê yên 51 komînên bajêr û bajarokên wê re hat kirin. Heta niha ji pêkhateya Ereb 2 komên stranbêjiyê yên zarokan û ji pêkhateya Kurd komek stranbêjiyê hatine avakirin. Li kêlek wê jî komeke stranbêjiyê ya mezinan û komek şandoyê ya ji 15 kesan hatin avakirin.
Di hefteyê de 4 rojan perwerde tê dayîn; 2 roj ji bo muzîk û stranbêjiyê û 2 roj jî ji bo şanoyê. Ev amadekarî, di çarçoveya tevlêbûna li çalakiyên havînê yên ku Tevgera Çand û Hunerê bi hevkariya Desteya Çandê li tevahî herêmên kantona Cizîrê li dar dixe de, pêk tên. Ew çalakî bi diruşma "Em ê bi rêya afirîneriya hunerî, jiyaneke hevbeş di Kurdistaneke azad de ava bikin ku Rêber Abdullah Ocalan hembêz bike" tên lidarxistin.
Bi nihêrîneke kûr û fireh haziriyên hunerî
Der barê hûrgiliyên aktîfkirinê de, hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Çilaxayê Eyda Mihemed diyar kir ku ji ber salên dirêj ên paşguhkirinê, jiyana çandî li bajêr nebû û piranî xwediyên behreyan li navendên çandê digerîn ku wan bihewînin û hembêz bikin. Em niha hewl didin ji nû ve navendê sererast bikin û biguherin, da ku bibe cihê hembêzkirin, dîtin û pêşxistina behreyan û parastina mîrasa çandî ya pêkhateyên herêmê."
Eyda anî ziman ku Desteya Çandê ya kantona Cizîrê li ser projeya jinûve sererastkirina navendê bi awayekî berfireh li gorî budceya wê ya 2026ˊan erê kir. Wê navend li gorî tevahî pêdiviyên wê yên lojistîkî û hunerî werin amadekirin.
Eyda di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew niha bi hevkariya Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa bajêr û komînan re xebatên avakirina komên stranbêjiyê, mûzîk, wênesazî, govend, destekarî û helbestê dikin. Ji bo şahiya 17ˊê Tîrmehê ya ku wê li parka Jin a Çilaxa were lidarxistin, amadekarî tên kirin. Eyda di dawiyê de got Navenda Çand û Hunerê wê ne tenê bibe cihekî perwerdeya li ser stranbêjî yan lêdanê, berevajî wê bibe platforma perwerdehî û çandî ya giştî. Di navendê de wê semînerên li ser çanda hunerî werin dayîn, aliyên zanîn û hunerê ya endaman werin pêşxistin.