Li cîhanê ji bo Rojava bang hat kirin

Sêşem 27 Çile 2026 - 03:50

Ji Ewropayê heta Afrîkayê, ji Amerîkaya Başûr heta Asyayê, ciwan, jin û înîsiyatîfên gel li seranserê cîhanê bi pankart, civîn, boyaxa sprey û bangên piştgiriyê daxwaz dikin ku şoreşa Rojava bê parastin.

Êrîşên li ser Rojava yên ku didomin li çar aliyên cîhanê deng vedidin. Li gelek bajarên Ewropayê yên wekî Fransa, Almanya, Katalonya, Îtalya, Slovenya, Galler û Swîsreyê ciwan û gel çalakiyên piştgiriyê li dar xistin; ji Kenyayê, Kolombiyayê, Ekwadorê û Papuayê Rojava jî peyamên piştgiriyê yên bihêz hatin bilindkirin. Di çalakiyên ku tê de azadiya jinê, wekheviya gelan û civaka ekolojîk derketin pêş, bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û peyama ku “şoreşa Rojava ne tenê ye” hate dayîn.

Fransa

Ji Marsîlyayê enternasyonalîstên ciwan piştgiriya xwe ji gelê Rojava re nîşan dan. Li ser afîşê wiha nivîsî ye: Ji bo azadiya jin û gel û civakek ekolojîk.

Katalonya

Ji bajarê Lleida ciwanan li meydanê civîneke gel çêkirin û li ser rewşa heyî ya Rojava agahî dan gelê xwe.

Almanya

Li herêma Mittelsachsen ciwanan peyama “Em gelê Rojava silav dikin! Em ê ji bo we rabin ser piyan!” dan.

Slovenya

Li bajarê Ljubljana ciwanan civîneke li ser Rojava li dar xistin û ji bo rojên pêş protestoyên din plankirin.

Îtalya

Ji Gallico, Pisa û Catanzaro ciwan li hev civiyan û silavên piştgiriyê ji gelê Rojava re şandin.

Îsvîçre

Li bajarê Zurih ciwanan ji bo balkişandina êrîşên li ser Rêveberiya Xweser bi boyaxa sprey çalakî kirin.

Afrîka

Li Kenyayê gelek kes li hev civiyan û bi sloganên “Jin Jiyan Azadî” piştgiriya xwe ji Rojava re nîşan dan.

Li Ekvator, Bati Papûa, Kolombîya, Gallerê gel daket qadan. Her wiha Karavana Gel ku civînekê çapemeniyê li dar xist, ber bi Belgradê ve çû.

ANF / NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.