- Kurd û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya “Rojava Biparêze”, heta Parlamena Fransayê meşiyan.
Kurd û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşmeya “Rojava Biparêze”, heta Parlamena Fransayê meşiyan.
Li ser banga Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) û Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F), Kurd û dostên wan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojava, li Denfert Rochereau ya li paytexta Fransayê Parîsê hatin ba hev û meşek li dar xistin. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Ewrûpayê (TCŞ), Konfederasyona Koçberên Bindest ên Ewrûpayê (AvEG-KON), Young Struggle (YS), Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP), Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH), Partiya Gelan a Demokratîk û gelek înternasyonalîst tev li meşê bûn.
ANF/PARÎS