Li Çelê hêviya jinan DEM e

Şemî 23 Adar 2024 - 00:41

Namzeta Hevşaredariya Çelê ya DEM Partiyê Hîvîdar Ertunç, diyar kir AKP-MHP'ê leşker û hilbijêrên xeyalîqeyd kiriye û ji bo mijara sereke ewlehiya sendoqan e û got ew ê bi hêza jinan li Çelê bi ser bikevin.

Hejmara 'hilbijêrên' ku desthilatdariya AKP-MHP'ê beriya hilbijartinên xwecihî li navçeya Çelê ya Colemêrgê qeyd kiriye, hejmara hilbijêrên li navçeyê derbas kir. DEM Partiyê, hem hilbijêrên li derve vexwend û hem jî ji gel xwest ku destûrê nede vîna wan bi hîleyê bê xesp kirin.

Nifûsa Çelê ya ku li ser sînorê Başûrê Kurdistanê ye 15 hezar û 292 kes e. Nifûsa navenda bajêr 8 hezar û 197 kes e. Li navçeyê, ku beriya niha hezar 100 biyanî lê dijiyan, desthilatdariya AKP-MHP'ê beriya hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê qeydê 3 hezar 605 kesî li navenda bajêr çêkir. Bi guhertina nû ya dengdêran a AKP'ê re hejmara kesên ne ji Çelê derket 4 hezar û 700 kesî. Hejmara hilbijêrên li Çelê 3 hezar û 497 e. Yek ji namzetên hevşaredariyê ya Çelê ya DEM Partiyê Hîvîdar Ertunç axivî û bi bîr xist ku AKP-MHP'ê qeyda leşker û hilbijêrên xeyalî li Çelê dike.

Mijara sereke ewlehiya sendoqan e

Hîvîdar Ertunç got: "Ji bo me mijara girîng wê parastina sindoqan be. Ji bo parastina vîna gel, em ê bi hev re xwedî li sindoqên xwe derkevin. Em ê tevî gelê xwe yê welatparêz ê Çelê, têkoşîna xwe ya li dijî AKP'ê û zîhniyeta qeyûm bi hev re bidomînin. Em ê bersiva herî baş di 31'ê Adarê de li sindoqê bidin wan. Ji ber vê yekê em her kesî vedixwînin ser sindoqan da ku dengê xwe bidin."

Jin ji me hêvîdar in

Hîvîdar Ertunç, da zanîn ku ew li dora DEM Partiyê bûne yek û ji bo serkeftina hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê kar dikin û destnîşan kir ku Çelê ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ertunç wiha got: "Gelê me DEM Partiyê mîna deriyê çareseriyê dibîne û xwedî lê derdikeve. Em nûnertiya wekhev diparêzin. Jinên Kurd hêviyên xwe ji me hene; wekî temsîlkirina mafên jinan, derfeta jin bêtir di civak û siyasetê de cih bigirin avakirin, hilberînin û qezenca xwe bi dest xistin. Ji bo me gelê me çi bixwaze wê ew esas be."

ANF/COLERMÊRG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.