• Di Cejna Mirovahiyê de Kurdan bi dezgehên xwe, çalakiyên xwe yên çandî û panelan xebateke xurt a dîplomatîk meşand. Nilufer Koçê jî li ser navê KCDK-E´yê ji ber piştevaniya wê ya çalak, plaketeke malavahiyê da alîkarê senatoya Fransayê Pierre Laurent. 

Li Cejna Humanité ya ku ji aliyê rojnameya Fransî Humanité ve her sal tê organîzedkirin, îsal siyaseta Kurd û aktivîteyên çandî yên Kurdan mohra xwe li cejnê da. 

Cejna ‘Fête de I’Humanité’ (Cejna Mirovahiyê - Humanité navê rojnameya komunîst a Fransî ye jî) li Fransa ji sala 1930’î ve tê lidarxistin.

Weke rêûresma rojnameya Humanité her sal bi sed hezaran kes beşdar dibûn. Îsal ji ber şewba koronayê tenê 40 hezar kesî karî tevlî bibin.

Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi çand û çalakiyên xwe yên siyasî tevlî cejnê bû.

Cejna Mirovahiyê di navbera 10-12’ê Îlonê de li banliyoya Dugny a paytexta Fransayê Parîsê pêk hat.

Di çalakiyê de di rewşên aram de qederê 300 hezar kesî beşdar dibin û heta carinan ev hejmar dibe milyonek jî. Îsa Kurd bi awayekî aktîf cihê xwe girt.

PKK berxwedêr e!

Nexasim Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) bi xebatên xwe yên siyasî û aktivîteyên çandî mohra xwe li cejnê da.

Li dezgeha li ser navê CDK-F’ê de ya li meydana cejnê hatibû danîn, pêşengeha wêneyan a rojnamevanê Fransî Yann Renoult ‘Rojava’ hebû. Wekî din hunermend Farqîn Azad, Diyar Mahrovî, Devrîm, Denîz Yavûncû yên di bin sêwana TEV ÇAND’ê de kar dikin, derketin ser dikê.

Dezgeha înternasyonalîstan jî bal bire ser girîngiya şikandina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan. Li heman dezgehê pirtûkên Abdullah

Ocalan, çêkerê xêzeromanan ê Îtalî Zerocalcare rastî elaqeyeke mezin a xelkê hatin.

Her wiha bi hezaran rozetên ‘PKK ne terorîst e, berxwedêr in’ hatin belavkirin. Ev yek jî hat kirin di çarçoveya kampanya aktivîstên Fransî ya ji bo ku PKK li Ewrûpayê ji nava lîsteya rêxistinên terorîstî bê derxistin.

Niha piştevaniya navneteweyî lazim e

Nûnera Têkiliyên Derve ya CDK-F´ê Bêrîvan Firat di tevahî çalakiya sê rojan de, bi gelên cuda re civiya, axivî got: “Bi gelên Fransa, Spanya, Yewnan, Libnanî, Filistînî, Tamîlî, Kuba û dehan gelên cuda re û rêxistinan re me civîn pêk anîn. Di nava 3 rojan de bi hezaran kesî re rû bi rû me hevdîtin kirin. Me qala piştevaniya navneteweyî kir.”

Nûnera Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Abdullah jî di paneleke di dema Cejna Mirovahiyê de axivî û bal bire ser piştevaniya navneteweyî. Asya Abdullah got, “Bi dayîna bi hezaran şehîdên leheng, bi projeya xwe ya navenda wê azadiya jinê û demokrasî ye, em li herêmê di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Li hemberî êrişên Tirkiyê ya ku dixwaze jiyanê û vê projê tine bike, tişta bê kirin, berxwedan e. Ji bo vê piştevaniya navneteweyî ji bo me di vê qonaxê de ji herdemê zêdetir girîng e.”

KCDK-E´yê Pierre Laurent xelat kir 

Nûlîfer Koç jî qala bûyerên jeostratejîk ên giştî yên li Kurdistanê kir. Parlementerê HDP’ê yê Amedê û hevberdevkê Karê Derve yê HDP´ê Hişyar Ozsoy jî rewşa HDP’ê, gelê Kurd û rewşa muxalefetê ya giştî ya li Tirkiyeyê nirxand.

Nûnerê CDK-F’ê Bêrîvan Firat jî bal bire ser zextên li ser Kurdan ên li Ewrûpa û nexasim jî Fransayê.

Herî dawî alîkarê serokê senetoya nateweyî ya Fransayê, Pierre Laurent jî bal kişand ser zextên li dijî Kurdan. Laurent banga xurtikirina piştevaniya bi gelê Kurd re kir.

Di dawiyê de Nûlîfer Koç plaketa ku KCDK-E amadekiribû ji ber piştevaniya wî da Pierre Laurent. 

ANF/PARÎS