Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan

Nûçeyên Jin

În 14 Nîsan 2023 - 00:55

Jinan li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan a Partiya Çep a Kesk vekirin. Jinan peyama ‘Wê jin tecrîda Îmraliyê bişkînin’ dan.

Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Çep a Kesk li Bismilê bi beşdariya namzetên parlamenteriyê buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Namzetên wekîliyê Halîde Turkoglu, Adalet Kaya, Ceylan Akça Cupolo, Sorgûl Aytek Avşar û gelek kes beşdarî vekirinê bûn.

Hevberdevka Navçeya Bismilê ya Partiya Çep a Kesk Emîne Ozer di axaftina vekirinê de got, “Divê em li malê, li kolanên xwe, li kar, li her derê seferber bibin. Divê em ji bo qedera Kurd û Tirkan têbikoşin. Bila ciwan rola xwe bi cih bînin, divê em sibe û şev bixebitin. Em hemû şoreşger in û divê bi ruhê seferberiyê vê pergalê biguherînin. Îro di serî de serokê me, hemû siyasetmedarên me di hundir de ne, divê beriya her tiştî em soza azadiya wan bidin. Îro di pêşengiya jinên Kurd de şoreşek pêk tê û divê em layiqî wan bin.”

Namzeta Partiya Çep a Kesk a Amedê Adalet Kaya jî diyar kir ku ew bi coş û hesabekî mezin dikevin hilbijartinê û got, "Ev pergala ku bi sedsalan e bi cehalet, tacîz û destavêtinê hewl dide gelê Kurd bitirsîne, wê bi vîna me biguhere. Wê hemû jin di 14’ê Gulanê de hesab bipirsin. Em ê jin vê pergala serdest a mêr a ku hewl dide me ji bîrê bêpar bihêle, bişînin ser sergoyê dîrokê. Tecrîda li ser Birêz Ocalan li ser gelê Kurd tê meşandin. Tecrîdeke li ser gelên Rojhilata Navîn tê ferzkirin. Gelê Kurd û jin wê vê tecrîdê bişkînin.”

AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.