Li Bernê îtaetnekirina sivîl

În 26 Gulan 2023 - 15:07

Ciwanên Kurd li ber Konsolosxaneya Iraqê ya li paytexta Swîsreyê, Bernê li dijî dorpêça li ser Mexmûrê, çalakiyek kir.

Ciwanan got, ew dorpêça li ser Mexmûrê qebûl nakin û li ber Konsolosxaneya Iraqê bi dirûşmeya "Mexmûr wargeha jiyanê ye, li dijî dagirkirina jiyanê serî hilde" çalakî li dar xistin.

Ciwanan got, “Em ciwanên Kurd, bi gelê xwe yê Mexmûrê re ne. Ev biryara gel e. Em ê li vir li ber xwe bidin. Em ê jî wekî gelê Mexmûrê tevbigerin û em ê îradeya xwe teslîm nekin. Me îradeya xwe teslîmî dewleta Tirk nekir, em ê teslîmî dewleta Iraqê jî nekin. Ji ber vê yekê, em li vir bang dikin. Ev dorpêça ku di heman demê de projeyeke qirêj a dewleta Tirk e, dorpêçkirina me hemûyan e. Berxwedana li hemberî dorpêçê, jiyan e. Em ê bi ser bikevin. Rojava û Şengal bi ser ketin, Mexmûr jî wê bi ser bikeve.”

ANF/BERN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.