Li Berlînê Newrozê dest pê kir

Nûçeyên Dîaspora

Duşem 13 Adar 2023 - 02:53

  • Li Berlînê Kurdan agirê Newrozê dada û got, ev Newroza serketinê ya serdemê ye.

Li paytexta Elmanya Berlînê, Newroza 50’î ya Rêbertiyê, bi dirûşmeya ‘Newroza Serketinê ya Serdemê’, diyarî mexdûrên erdhejê hate kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Oranienplatzê hatin ba hev, kelecana Newrozê ya destpêkê bi ruhê piştgiriyê pêşwazî kirin. Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane, rêz hate girtin. Komîteya amadekar axaftina destpêkê kir û destnîşan kir ku erdheja ku li Kurdistan, Sûrî û Tirkiyê pêk hat, careke din rûyê kujer û dagirker a dewletê nîşan daye û got, ’’Dewletê alîkarî neda erdhejzedeyan, bi ser de jî alîkariyên hatine kirin, asteng kirin. Em kewandina birînên gelê xwe, erka xwe dibînin.’’

Berdevka Meclîsa Jinan a Dest-Danê, Seda Tanrikulu jî got, ’’Îro Berlîn Semsûr e, Mereş e, hemû herêma erdhejê ye. Dema mirov di bin kavilan de bûn, dewleta Tirk Rojava bombe dikir. Li afirînerê xweseriya demokratîk Rêber APO re silav. Newroz Pîroz Be.’’

Di çalakiyê de li gel standên Heyva Sor a ji bo erdhejzedeyan, Meclîsa Jinan a Dest-Danê û HDP’ê jî standên hilbijartinê danîn. Li ser dikê Hevseroka Komîteya Rêveber a Konseya Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, Parlementerê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, Hevserokê Partiya Çep û hunermend Hozan Aydin, Hanî Mojtahedy, Şivan Perwer, Beser Şahîn, Bengî Agirî û Neshwan Harikî, kesên di erdhejê de jiyana xwe jidest dane bibîr anîn û peyamên piştgiriyê dan.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.